Fermandara YJA Starê ya Şengalê Nûjîn Amed, kar û xebatên tevgera jinê ya li Şengalê, xebatên rêxistinbûyîna jinên Êzidî û pêngava rizgarkirina Şengalê ji ANF’ê re nirxand. Amed da xuyakirin, ku yek ji sedemên rabûna 73 fermanan azadnebûn û bêperwerdemayîna jinên Êzîdî ye û got, “Eger li Çiyayê Şengalê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe, ev pêşketineke û eger jin xwe birêxistin dike, ev jî bi serê xwe şoreşek e.” Amed ragihand, ku ew bawer in sala 2015’an wê bibe sala serketin û azadbûna gelê Şengalê. Fermandara YJA Starê ya Şengalê Nûjîn Amed bibîr xist, ku piştî rabûna fermana 3’ê Tebaxê, ji bo parastina civaka Êzîdî û afirandina yekîtiyekê ew bi biryara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê derbasî Çiyayê Şengalê bûne.

Perwerdekirina jinan erka me ye

Amed pênc mehên têkoşîna li Çiyayê Şengalê bi vî rengî vegot: “Ji bo me pêvajoyek pênc mehan derbas bû. Di nava van pênc mehan de korîdor vebû, gel derbasî Rojava bû, piştî vê bi taybet di aliyê parastina gel de wek hêza parastinê YJA Star tevgera jin me li Çiyayê Şengalê çeperên xwe çêkirin. Ji ber gel li qûntara çiyayan bû, me destpêkê parastin, bicihanîna pêdiviyan wan weke erkeke xwe dîtin. Li rex wê di nava Şengalê de weke hevalên jin di aliyê naskirina gel de xerîb bûnek me hebû. Weke hevalên jin li ser dîroka gelê Êzîdî hinek lêkolînên me hebûn, lê ji nêz ve çênebibû. Ferqa di aliyê çand de mirov pir baş didît.”

Naskirina çanda Êzîdîtî girîng e

Amed anî ziman ku di aliyê civakî de naskirina gelê  Êzîdî ji bo wan wezîfeyek bû û wiha pê de çû: “Careke din naskirina çanda xwe ya Êzîdîtiyê û vegera çanda xwe pêk dihat. Me naskirina jinên Êzidî û parastina wan weke erkeke xwe dît. Di vî milî de hê zêdetir pêşketin çêbûn. Li Çiyayê Şengalê piştî fermanê, di her milî de naskirin û lêkolîna çandê û parastin me weke wezîfeya xwe dît. Bi perspektîfên Rêber Apo re me perwerdekirina jin û keçên Êzîdî ji bo xwe weke wezîfeyekê dît. Akademiya Şehîd Xanê hat vekirin. Bi van hevalên di nava van 5 mehan de şehîd ketin ev xebat hat kirin. li rex vê jî di aliyê jinan de tevlîbûneke baş çêbû.”

Li Şengalê hêvî û bawerî zêde bû

Nûjîn Amed destnîşan kir ku bi şehîdan li Şengalê korîdor vekirine û bi van hevalan rêxistinbûn ava kirine. Amed wiha pêde çû: “Tevgera PKK û jin bi vî gelî dan naskirin û em tevlî vê erkê bûn. Li Çiyayê Şengalê weke YJA Star, me çeperên xwe çêkirin. Me weke jin gelek caran çalakiyên xweser pêk anîn. Bi însiyatîfa xwe hevalan çalakî pêk anîn. Li rex wê tîm, taxim û yekîne hatin çêkirin. Ev sîstem piştî li çiyayê Şengalê hat çêkirin, me di rû û nêzîkatiyên jinên Şengalê de dît ku êdî baweriyek heye, tevlîbûn û nêzîkatiyek heye. Ji bo akademiyan tevlîbûn û rêxistinbûnek çêbû. Yek ji hevalên ku destpêkê xebatên xweser pêk anîn, heval Armanc bû. Heval Armanc xwedî ezmûn û zanebûneke perspektîfên felsefeya Rêber Apo bû.  Bi însiyatîfa xwe cara yekê li Çiyayê Şengalê çalakiya xweser pêk anî. Piştre jî çalakiyên xweser pêk hatin. Bi şopdariya heval Armanc û Hemrîn rêxistinbûna jinê pêk hat.”

Sedemek fermanê azad nebûna jinê ye

Fermandara YJA Starê Nûjîn Amed bal kişand ser rewşa hişk a pergala civaka Êzîdî û anî ziman ku li gel vê yekê jî di nava civaka Êzîdî de pêşketineke mezin derketiye holê. Amed da xuyakirin ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parastin û perwerdekirina gel pêk hat û got, “Ev gelê me yê di nava pergaleke bi qalib ku jin xwe bi xwe bi rê ve dibe serketinek bû. Li hemberî zordarî û desthilatdariya zilam êdî hesab dixwaze. Ev gel ger 73 ferman derbas kiriye, yek ji sedeman ev e ku ji ber jin ne azad bûn û nehatibûn perwerdekirin. Ji bo pêşî li fermaneke din were girtin, azadkirin û perwerdekirina jinê weke erkekî demê ye, ku êdî em nikarin ji nedîtî ve werin, li van Çiyayên Şengalê bi pêşengiya tevgera jinê pêk hat.”

Jin ne parêze wê kî biparêze?

Amed anî ziman ku di roja îro de jî bi taybet êrîşên DAIŞ’ê yên dewam dikin, bi felsefaya Rêber Apo û bi jina rêxistinbûyî wê karibin bên şikandin.  Êrîş û polîtîkayên qirêj ên li dijî Şengalê, bi rêxistinbûn û tevgera jinên Êzîdî mirov dikare vala derxe. Amed wiha got: “Ev zanebûn derbaskirina nava civakê, jin û civak zanekirin, erka me tevgera jinê ye. Gelek tevgerên li Şengalê hene. Dixwazin careke din gelê Şengalê bixin bin destê xwe, bêyî îradeya gelê Êzidî, bi nasnameya xwe dixwazin vê pêk bînin. Piştî tevgera PKK derbasî herêmê bû êdî gel jî kete ferqa vê yekê. Şengal di şevekê de hat firotin. Ger jin û keçên Êzîdî xwe perwerde nekin, Şengalê bi xwe neparêzin wê ti hêz vê neke.”

Tolhildana jinan erka me ye

Nûjîn Amed der barê pêngava rizgarkirina Şengalê ya di 19’ê Kanûnê de destpê kir jî ev nirxandin kir:”Operasyoneke ku 19’ê Kanûnê li Daholan, li Sînunê, Xanesorê destpê kir û ji wir jî 20’ê Kanûnê ji Çiyayê Şengalê derbasî nava Şengalê bû heye. Di nava van deh rojan me bi hêzeke mezin tevlîbûnek çêkir. Hê jî tevlîbûna hevalên jin didome. Tolrakirina gelê me yê rastî komkujiyan hat û 5 hezar jinên ku DAIŞ’ê revandin, erka me ya sereke ye.

ANF/ŞENGAL