Panoramayeke kurt a bi wêneyan nîşan dide ku Asayîşa Silêmaniyê ji sînema heta bi pêşangehên wêneyan weke saziyeke sansûrê sala 2019´an xebitiye.

Li Herêma Kurdistanê sala 2019’an gelek çalakiyên çandî û hunerî hebûn. Di nava salê de bi dehan filmên kurt û dirêj yên Kurdî derketin, gelek festîval û pêşangehên hunerî hatin kirin. Her wiha îsal ji salên din cûdatir rêjeyek zêde ya xelkê Başûrê Kurdistanê temaşekirina rêzefilmên Tirkî boykot kir. Di vê salê de wekî din qedexeyên bi destê Asayîşa Silêmaniyê gelekî derketin pêş ku weke saziyeke sansûrê kar kir. Em berê xwe bidin çendekan ji van çalakiyan.

Bi şanoyê rexne

   

Komeleya Hunerî ya Mamerute 4’ê Çile li bajarokê Qesrê yê ser bi Çomanê çalakiyên hunerî yên şano, gotina stranan û nîşandana belgefilman lidarxist. Wan bi vê şanoya di wêne de rexne li sîstema hikûmraniyê ya Herêma Kurdistanê kirin.

 
 

Peykerek ji Xoşewîst Werdaş re

   

Li bajarokê Rewanduz 15’ê Çile perde ji ser peykerê Mistefa Îbrahîm hat rakirin; Mistefa Îbrahîm di nava xelkê de weke Xoşewîst Werdaş tê bi nav kirin.

 
 

Asayîşa Silêmanî sansûr kir

   

Dema hate ragihandin ku kurtefilma li ser jiyana Şehîd Sakîne Cansiz wê li Salona Sînema ya Salim were nîşandan, 8’ê Çile Asayîşa Silêmaniyê destûr neda film were nîşandan û deriyê Sînema Salim girt.

 
 

3 hezar kitêb dan xelkê li festîvalê

   

Li navçeya Xaneqînê Festîvala Huner 2’yê Adarê hate lidarxistin. Di festîvalê de 3 hezar pirtûk bê pere li beşdarvanên festîvalê hatin belavkirin.

 
 

Xelata Şano ya Xezelnûs

   

Li Salona Sînema ya Salim 30’ê Adarê merasîma Xelata Şano ya Xezelnûsê hate lidarxistin. Di merasîmê de xelata lîstikvanên herî baş dan Lîna Osman û Serdar Mehmûd.

 
 

Festîvalek ji giya û pincaran re

   

Li Parka Şar a Helebce 16’ê Nîsanê festîvalek ji bo nasandin û şarezebûna li ser cûreyên giya û pincaran hebû. Di festîvalê de 60 cûr giya û pincar hatin nasandin.

 
 

Pêşangeha li ser Şengalê jî qedexe kirin

   

Pêşengeha wêneyan a li ser fermana Şengalê ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve 2’ê Tebaxê hat astengkirin. Ev yek ji wan fotografên wê pêşangehê ye.

 
 

Şanoyên kolanê li Derbendîxanê

   

Li navçeya Derbendîxanê 6. Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanan 22’ê Cotmehê dest pê kir. Di festîvala sê rojî de 21 şano hatin nîşandan.