Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di 15'ê Îlonê de destpê kirin û berxwedana bi heybet a li dijî van êrîşan di roja 43'an de dewam dikin. YPG'ê di daxuyaniya xwe ya li ser bîlançoya dawî ya pevçûnên li Kobanê de destnîşan kir ku bi berxwedana hêzên YPG/YPJ û gelê Kobanê re êrîşên rojên dawî yên bi piştgiriya hêzên takviye yên çeteyan têk diçin.

Çalakiyên întîharî

Di daxuyaniyê de li encamên pevçûnên 24 saetên dawî de ev agahî hati dayîn: "Li eniya rojhilat duh bi roj û tevahiya şevê şerê dijwar û sîng bi sîng heta danê vê sibê dewam kir. Li Kaniya Kurda û taxa şaredariyê di şerê dijwar de derbên giran li çeteyan ket. Çeteyan ji van êrîşan ti encam negirtin û li vê eniyê bi 2 kamyon û motorsîkletek bombebarkirî êrîşên întiharî pêk anîn. Lê her sê hewldanên çeteyan bi serneket û wesayîtên wan ji dûr ve hatin teqandin. Li vê eniyê 17 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Her wiha 2 cenazeyên çeteyan tevî 2 kalaşnîkov û rextên wan ketin destê hêzên me. Li eniya başûr jî bi şev şerê dijwar qewimî. Hêzên me li vê herêmê wesayîtek doçka barkirî derb kirin. Li vê eniyê 4 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin.Li eniya Rojava li nêzî gundê Izea wesayîtek çeteyan tevî çeteyên tê de hat îmhakirin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin." YPG'ê da zanîn ku di şer de 5 şervanên YPG'ê bi qehremanî û fedekarî şer kirin jiyana xwe ji dest dan.


ANHA/KOBANÊ