
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirn ku siyaseta rêjîma Bass ya girtina dibistanên ku dersên zimanê Kurdî lê tê dayin, li dijî hemû gelê Kurde, ji vê siyasetê rêjîma Bass dixwaze siyaseta înkar û tunebûnê li ser gelê Kurd bi salane meşandiye dewam bike.
Di dawiya daxuyaniya SZK'ê de bang li partî û rêxistinên Kurd kir ku hemû li dijî biryarên şovînist ya rêjîma Bass ku li dijî zimanê Kurdî daye helwesta xwe nîşan bidin û hewl bidin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî li hemû dibistanan.
Piştre Endamê Meclisa Gel a Qamişloyê Merî Mihemed axivî û li ser giringiya zimanê Kurdî ya dîrokî dazanîn ku gelê Rojavayê Kurdistanê en qonaxa veguherînê de dijî, divê bi hestyarî xwedî li zimanê xwe derkevin. Di dawiya axaftina xwe de Mihemed biryarên rêjîma Bass ya girtina dibistanan şermezar kir û bang li hemû mamosteyan kir ku di perwerdeya bi zimanê Kurdî de di hemû nîran de dewam bike.
ANF/QAMIŞLO