
PÎROZ ZIRIG/ JINNEWS / ŞIRNEX
Li navçeya Basa a ser bi Şirnexê, Nefîse Bagdan a 65 salî ji zarokatiya xwe ve çanda dengbêjiyê ya ji dayika xwe hîn bûyî, didomîne. 22 kilamên Nefîseyê bi xwe hene.
Kevneşopiya dengbêjiyê yek ji sembolên herî girîng a çanda Kurd e. Em şêwazê jiyana civakê û kevneşopiyan bi kilman hîn dibin. Yek ji kesên ku vê rêûresmê nade jibîrkirin, Nefise Bagdan a 65 salî ye ku li navçeya Şirnexê Basa dimîne.
‘Dengbêj civakê vedibêje’
Nefîse Bagdanê diyar kir ku ji piçûkatiya xwe ve ji dayika xwe hînî dengbêjiyê bûye û got: “Min di temenê piçûk de dest bi dengbêjiyê kir. Dayika min kilam digotin. Ez jî ji wê hîn bûm. Berê ceyran tinebû. Me êvaran di tariyê de agirê xwe pêdixist û kilamên xwe digotin.”
Nefîse Bagdan a ku bi kilam û lorînên dayika xwe mezin bûye, niha 22 kilamên wê bi xwe hene. Nefîsê wiha dewam kir: “Divê çanda Kurd neyê jibîrkirin. Min destpêkê kilamên xwe tenê di nav malbatê de digotin. Bavê min erbaneyek ji min re kirî. Niha li ku derê qelebalixek hebe ez diçim, bi çanda xwe radibim. Divê çanda Kurd bê parastin. Ez bi erbaneya xwe kilaman dibêjim. Ji 13 saliya xwe ve ye ku ez di dawetan de hunerê xwe didomînim.”
Nefîse Bagdanê di dewama axaftina xwe de daxuyakirin ku bi salan dengbêjî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî zewicîm jî min dest ji hunerê xwe berneda. Kilamên min di nava demê de rengên êş û şer girtin. Berê me di dawetan de li ser evînê digot. Lê êdî li ser komkujiyan e.”