Çeteyên DAIŞ´ê tera xwe bûn bela serê mirovahiyê niha jî dora malbatên wan e.

Bi biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê 220 malbatên çeteyên DAIŞê ji Musilê veguhestin Kerkûkê. Ev biryar bi hinceta Musil tê nûkirin hatiye girtin. Xelkê Kerkûkê ji vê biryarê neraziye. Serokê Komîsyona Ewlehî li Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî li ser mijarê axivî û got; “Ev malbat ji Musilê bi hiceta ku Musil ji nû ve tê avakirin anîne vê derê. Aliyên peywendîdar ên Musilê dibêjin ku em rê nadin kesên xirabî kirine li Musilê bimînin. Ev tê wateya qebûlnekirina DAIŞ’ê û ev helwest gelek baş e, û cihê keyfxweşiyê ye. Diviya bû me jî wekî wan bikira, destûr nedaba 220 malbatên DAIŞ’ê bihatina sinorê Kerkûkê. Anîna van kesan ji bo Kerkûkê karesateke. Ev malbat wê li bajêr bibin bala û sedema tevlîhevî û fitneyê.”

Divê destpêkê werin perwerdekirin

Azad Cebarî li ser vê biryarê rexne li waliyê Kerkûkê kir û got; “Diviya bû rê nehatiba dayîn malbatên DAIŞ’ê bînin li nava Kerkûkê bi cih bikin, yan jî diviya bû ji berî ku ev kes têkelî civakê bibin di perwerdeyekê re hatibana derbaskirin, ji ber ku fikra DAIŞ’ê li cem wan maye. Hebûna wan metirsiyê li herêmê zêde dike. Hilgirtina fikrê DAIŞ’ê mîna madeyên hişbere, heta ew fikre neyê tinekirin divê têkelî nava civakê nebin. Bi heman awayî têkelbûna van zarokan li gel zarokên kesên bê tawan ku wê hinek fikrên cûda ji wan fêrbibin, ev yek jî wê di warê civakî de bandorek nerênî bi xwere bîne. Diviya bû birêz walî ji bo van zarokan cihên perwerdehiyê vekira ji bo ew fikrê şîdetê li cem van zarokan nemaba. Diviya bû bi heman awayî hevjînên wan jî bihatana perwerdekirin da ku fikrê tindûtijiyê li cem wan nemaba.”

 

KERKÛK/ROJNEWS