Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla, 228 ciwanên din mezûn bûn. Şervanên nû bi merasîmeke eskerî tevlî nav refên QSD’ê bûn. 

Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla 228 ciwanên dî mezûn bûn. Şervanên nû bi merasîmeke leşkerî tevlî nav QSD’ê bûn.

Li Akademiya Şehîd Ebû Feysal dewreya perwerdehiyê ya 21. a bi navê Şehîd Zinar Sefsafa bi merasîmeke eskerî bi dawî bû. Di merasîmê de fermandarên QSD’ê û gel amade bû. 228 şervanên ji Girê Spî, Kobanê û çoltera Reqayê tevlî perwerdehiyê bûn.

Perwerdehiyê 17 rojan dewam kir. Dersên eskerî û bîrdozî di perwerdehiyê de hatin dîtin. Yek ji fermandarên QSD’ê Mihemed Îmad di merasîmê de axivî û got, “hemû gelên Sûriyê dizanin ku QSD tekane hêz e ku herêmên Sûriyê ji terorê paqij kir.”

Dawiya merasîmê, şervanan sunda eskerî xwar û tevlî nav refên QSD’ê bûn. 


KOBANÊ