Girseya Gel bi merasîmeke girseyî di nava tililiyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi tekoşeran re cenazeyên 14 şervanên azadiyê ‘Kawa Osman (Harûn Botan), Ibrahîm Ebdî (Orhan Qamişlo), Mihemed Xelîl (Egîd Qamişlo), Dawûd Ehmed (Noredîn Gulo), Mihemed Îsam (Ciwan Qamişlo), Zinar Şemdîn (Zinar Girê Sor), Hisên Silêman (Hogir Qamişlo), Macid Ebas (Şiyar Qamişlo), Baran Yûsif (Racal Qamişlo), Mihemed Alî (Misto Qamişlo), Hesen Mehmûd (Botan Qamişlo),Macid Mihemed (Omer Qamişlo), Tirkî Alî (Heysem Qamişlo), Înas Alî (Newroz Seydo) yên di demên cuda de di operesyona Şehîd Fermandar Feysel Abû Leyla ya rizgarkirina Mibicê ji çeteyên DAIŞ`ê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê Endamê Komîteya Dimplomatîk a (TEV-DEM) li Kendava Ereban Mihdî Şakir Ebdî (Polat Herekol) ê di 27`ê Tîmehê de di teqîna li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo spartin axê.


Bi dirûşmeyên dayîkan hatin oxirkirin

Dema girseya gel ku wêneyên tekoşeran, alên YPG/YPJ`ê, alên TEV-DEM`ê û PYD`ê hildabûn, gihiştin goristanê, şervanên azadiyê cenazeyên tekoşeran hilgirtin ser milan û birin qada goristanê.

Di merasîmê de wesîqeya şehadetê ya her 15 tekoşerên azadiyê ji aliyê Endama saziya Malbatên Şehîdan Zêvîn Mihemed ve hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.

Piştre  ji bo oxirkirinê cenazeyê tekoşer Horûn Botan berve Goristana Şehîd Ismaîl a li herêma amûdê, cenazeyê tekoşer Şiyar Qamişlo, Misto Qamişlo û Heysem Qamişlo berve Goristana Şehîd Dilşêr a li bajarê Tirbespiyê ve hatin rêkirin.

Cenazeyên tekoşerên dîtir jî bi dirûşmeyên dayîkan li Goristana Şehîd Delî Sarûxan a li bajarê Qamişlo hatin oxirkirin. 


Li Kobanê û Hesekê merasîm

8 şervanên di Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê û Hesekê bi merasîmên girseyî hatin veşartin. 

Cenazeyên şervanên azadiyê Ebû Heleb (Salih Mehmûd), Ebû Ebdo(Mustefa Mehmûd), Faris Zagros (Şiyar El-Elî), Nûman Amed (Yûsif Akay), Rênas Dildar (Remedan Qoliklîk) û Demhat Kobanê (Ehmed El-Ehmed) ên di Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin. Cenazeyên Ebdullbaqî Xelîl (Metîn Bêkes) û Hesen Mehmûd (Emîn) jî li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin.

Li her du şehîdgehan merasîmên leşkerî hatin lidarxistin. Cenazeyên şervanêna azadiyê li ber tilîliyan hatin veşartin. 


QAMIŞLO/KOBANÊ