Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla 232 şervanan dewreya perwerdê ya bi navê “Nimis El-Şemal” bi dawî kirin û tevlî Meclîsa Eskerî ya Minbicê bûn. Dewreya perwerdê, mehekê dewam kir û bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Minbicê, Mihemed Ebû Adil, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Babê, Cemal Ebû Cûma, hevseroka Komîteya Parastinê Nofa Silêman, endam û fermandarên tabûrên girêdayî Meclîsa Eskerî ya Minbicê amade bûn. 



Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil bidawîkirina dewreyê li beşdaran pîroz kir û got, "Bi saya berxwedaniya QSD’ê rizgarkirina Reqa nêzîk bûye." Piştî axaftinêşervanan sonnd xwar û piştre jî govend gerand. 



MINBIC