Li Elmanyayê çalakiya pîrozkirina Newrozê ya navendî wê li bajarê Frankurtê 23´ê Adarê roja şemiyê çêbe. Komîteya Amadekar banga “Di Newrozê de em agirê berxwedanê gurr bikin, daxwazên çalakgerên xwe yên birçîbûnê bi dengekî bilind bibêjin û perdeya zilmetê bidirînin”.
Newroza navendî ya îsal a li Elmanyayê li bajarê Frankfurtê 23´ê Adarê bi slogana “Em tecrîdê bişikînin,faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin” li dar dikeve.
Komîeteya Amedekar a Newrozê ji bo rojnameya got, “Di Newroza îsal de weke milet em di îmtîhanekê re derbas dibin. 7 Çiriya Paşîn a 2018’an Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir û berxwedana li dijî tecrîdê danî holê. Eynî weke Mazlum Doganî, li Amedê wê agir bi sê derbikan xist û xwe li dijî taristanê kir meşaleyek. Li dijî siyasetên îmha û înkarê yên li ser gelê me tên ferzkirin, di serî de Leyla Guven, girtiyên siyasî yên li hepsan, çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourg, Welatê Galiyan, Elmanya, Holanda, Kanadayê, Awusturya û Swîsreyê veguherîn meşaleyên berxwedanê.”
Bi ruhê Newrozê em berxwedanê xurt bikin
Komîteya Amadekar a Newrozê peyam da: “Em bi ruhê Newrozê berxwedanê xurt bikin. Bihara 2019´an, têkoşîna berxwedêran a li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn wê bi ser keve. Bi slogana Newroza 2019´an em bi hev re tecrîdê bişikînin, li dijî faşîzmê bi hev re rawestin û Kurdistana azad biafirînin. Di Newrozê de em agirê berxwedanê gurr bikin, daxwazên çalakgerên xwe yên birçîbûnê bi dengekî bilind bibêjin û perdeya zilmetê bidirînin.”
Komîteyê banga beşdariyê jî wiha kir: “Gelê Kurd wê rojê divê neçe kar, deriyê mala xwe mifte bike û bi malbatî beşdarî Newrozê bibe.”
Meşa ji du milan ve
Ji bo pîrozbahiya Newrozê wê ji du milan ve, Milê Kesk û Milê Sor ve meş ber bi meydana mîtîngê çêbe. 23´ê Adarê sibehê saet 9´an meşa ji Bockenheimer Warteyê ya Milê Kesk e, xelkê ji Hamburg, Bremen, Niedersachsen, Sachsen, Sachsen-Anhalt, Thuringen, Berlîn, Schleswig-Holstein û NRW wê di vî milî de bimeşin. Herçî Milê Sor e, ji Alte Operê dest pê dike û kesên ji Hessen, Rheinland-Pfalz, Saarland, Baden-Wurttemberg û Bayernê wê di vî milî de bimeşin. Her du mil wê piştî bi demekê bigihîjin hev û ber bi meydana mîtîngê ve bimeşin.
Çalakiya Newrozê wê saet 13´an dest pê bike. Ji bilî siyasetvanên ji Elmanya Bakur û Rojavayê Kurdistanê, di bernameya çandî de wê hunermend Nûarîn, Hozan Dilovan, Grup Abdal, Abbas Ahmed û Bandista jî derkevin ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN