Ji Dewreya Şehîd Bêrîvan a Akademiya Asayîşa Êzîdxanê 24 endamên nû bi merasîmeke eskerî dewreya xwe bi dawî kirin û beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûn. Endamên nû yên beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûyî, ji Şengal û Başîkayê ne.
Merasîma eskerî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di merasîmê de, li ser navê Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê Ibêd Şengalî axivî û got; “Roj bi roj hêzên me zêde dibin û xwe bi rêxistin dikin. Pêwîst e kesên beşdarî wê dewreyê bûne, li gorî qanûnên Asayîşa Êzîdxanê tevbigerin, ji ber ku niha çavê gelê me li me ye û gerek e, em ji bo parastina wan tim û dayîm amade bin. Em li tevahiya Şengalê cihê xwe digirin. Divê em xwe ji bo parastina Til Izêrê amade bikin.”
Şengalî, dewreya perwerdeyê li şervanan pîroz kir û got; “Em dewreya we ya serketî pîroz dikin û em bi hêvî ne hûn bibin bersiva tevahiya pirsgirêkên di nava gel de.”
Piştre endamên nû soz da û beşdarî nava refên Asayîşa Êzidîxanê bûn. Paşê merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.
Mehekê dewam kir
Dewreya Asayîşa Êzîdxanê mehekê dewam kir. Di nava mehekê de li ser disîplîna eskerî, dîroka Êzîdxanê û xwepastinê perwerde hate dayîn.
ŞENGAL/ROJNEWS