Serokwezîrê Tirk Recep Tayip Erdogan çi cara derdikeve ser ekranên televîzyonan diyar dike ku di serdeha hikûmeta wan de binpêkirina mafan kêm bûye û edalet pêş ketiye. Diyar dike ku hesap ji neheqan tê pirsîn û mexdûr tên parastin. Lê dane û îstatîstîkên parazvanên mafên mirovan vê yekê derew derdixe. Li Tirkiyeyê tenê di 15 rojên tebaxê de 4 zarokên Kurd hatin qetilkirin. Di 4 Tebaxê li navçeya Yuregîra Edeneyê Mazlum Akay ê 11 salî, di 6'ê Tebaxê li bajaroka Kizilxaça Mûşê Seray Yavuz a 8 salî, di 7'ê Tebaxê de li Elbaka Wanê Vesîm Zengîn ê 13 salî, di 7'ê Tebaxê de li Gundê Yekmala Qilebana Şirnexê Ferhat Sogat ê 18 salî bi gule û teqemeniyên dewletê jiyana xwe ji dest dan. Leşkeran di 23’ê tirmehê de li navçeya Ebexê ya Wanê ciwanê 19 salî Veysî Ecer da ber guleyan. Di 27’ê tirmehê de li zozanê Qaraxanê ya Idirê şivanê bi navê Şefîk Çakmaz û birayê xwe Zekî Çakmaz bi teqemeniyên dewletê birîndar bûn. Di vê hefteya herî dawî de jî welatî û karkerê bi navê Murat Temeş ê 33 salî li navçeya Geverê ya Colemêrgê di encama bombeya gazê de bi giranî ji çav û serê xwe birîndar bû. Li ser vê yekê me li ser kuştinên herêma serhedê yên di 10 salên dawî de îstatîstîkên ÎHD'ê kom kirin. Li gorî lêkolîn û raporên ÎHD'a Wanê di 10 salên serdema hikûmeta AKP'ê de tenê li ser sînorê Îranê 21 ciwanên Kurd hatin qetilkirin û 7 zarok jî birîndar bûn. Bi tevahî li herêma serhedê di nava 10 salan de 24 zarok û ciwan hatin qetilkirin û 24 zarok û ciwan jî birîndar bûn. Kesên birîndar bûn jî gelekan ji wan çav, mil û destê xwe winda kirin. Hin kes jî bi bîrîndarî hatin girtin. Lê der barê kujer û berpirsiyaran de heta niha tu lêpîrsîn û doz nehate vekirin.

'Emê bûyeran bi şopînin'
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Omer Işik, der barê qetilkirina zarokan û lêkolînên xwe de axivî û diyar kir ku li cem dewletê qîmeta zarokên Kurd tune û zarokên tên kuştin ji kîsê xwe diçin. Işık, anî ziman ku ji ber dewlet qîmet nade kuştinê heta neha doza 2 kesan bi serketî encam bûye û yên din tev dozên wan hatine girtin û bi encam nebûne. Işık, da zanîn ku di bûyerên kuştinê de li şûna dozger û qeymeqam lêkolînê bikin, qeymeqamê diçe li ser sînor bi rayedaran re mulaqat dike li ser sergirtina mijarê li hev dikin û bûyerê bincil dikin. Işik, destnîşan kir ku dema ji bûyeran agahiyên nebin û lêkolîn nekin ser bûyerê tê bincilkirin û wiha got: "Emê wekî ÎHD’ê van bûyeran bişopînin û ji bo mafê mirovan û jiyana mirovan têkoşîna xwe mafdarî bişopînin." 

DÎHA/WAN