Li gorî rapora UNESCO’yê; niha li ser erdreşiya cîhanê 6 hezar 700 ziman hene û tên axaftin. Ji van zimanan hinek ji hêla milyonan ve tên axaftin, hinek ji hêla çend kesan ve têne axaftin. Ji van zimanan tenê 300 ziman di dewletan de zimanê fermî ne û dibin parastina dewletan de ne. Yên din tevahî ji parêzvaniya dewletan mehrûm in û dibin xetera tunebûnê de ne. Zimanên ku di bin xeterê de ne, ji van 2 hezar û 400 ziman di demeke nêz de li ber xetera tunebûnê ye. 


Tirkiye goristana zimanan e

Li gorî rapora UNESCO’yê rewşa Tirkiyeyê; di destpêka avabûna dewleta tirk de, tê de 52 ziman û zarava dihatin axaftin. Niha 34 ziman li Tirkiyeyê tên axaftin. Ji van 34 zimanan 18 ziman di demeke nêz de li ber xetera tunebûnê ne. Ji wan zimanan jî yek zaravayê zimanê kurdî yê herî qedîm kirmanckî (Zazakî) ye.

Dewleta tirk li ser mîrateya Împaratoriya Osmaniyan a pirnetewe, pirçandî û pirzimanî ava bûbû. Dewleta tirk piştî mîsogerkirina avabûna xwe ya Peymana Lozanê ya 1923’yan armanc û stratejiya siyaset û polîtîkayên xwe li ser tunekirin û qirkirina çand û zimanan ava kir. Di bingeha siyaseta dewleta tirk de helandin û tunekirina van çandan, zimanan û neteweyan hebû. Di bingeha hişmendiya dewleta nû de, ji tevahiya wan netewe, çand û zimanan avakirina yek netewe, yek çand û yek zimanî hebû. Ev hişmendiya gemarî ya qirkirinê û tunekirinê ya ku erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê kir goristana çandan, zimanan û mirovahiyê hêj li ser kar e. Hikûmeta AKP’ê jî bêguman ji sedî sed bi vê siyaseta tuneker a gemarî ve girêdayî ye. Tenê rêbaz û şêwaz guherî ne. Peyvên Serokomar R.Tayyîp Erdogan yên wekî; “Yek al, yek netewe, yek ziman” ku her carê li nava çavê me dinêre û bê fikar û bê şerm tîne ziman, bilêvkirina vê siyaseta qirker û ya gemarî bi xwe ye. 


Zimanên dewletan tên parastin

Heke weke ku Serokomar Erdogan tîne ziman, ev siyaseta wan a tuneker ser bikeve, her wiha weke ku tîne ziman li Tirkiyeyê yek zimanî bi serkeve, ev tê wê wateyê ku di destpêka avabûna vê dewletê de 52 ziman û zaravayên ku hebûn dê ji van 51 ziman tune bibin, tenê yek bimîne. Yan jî weke hişmendiya dewleta tirk û serokomar Erdogan difikirin, her dewletek tenê bi yek zimanî bijî û yek zimanî (yanî tenê zimanê fermî) esas bigire û zimanên din ber bi tunebûnê ve herin dê li ser erdnîgariya cîhanê tenê bi qasî hêjmara zimanên fermî yên dewletan, yanî dê 300 ziman bimînin. Ev tê wê wateyê ku demeke şûnde, ji 6 hezar û 700 zimanan dê 6 û 400 ziman tune bibin. Weke ku tê zanîn, her zimanek ceribîn û kelepûrên hezar salan ên civakê di nava xwe de dihewîne. Her zimanek afirînerê çanda hezar salan e. Her zimanek li ser rûyê cîhanê di baxçeyê gulistanan de rengekî herî xweş û giranbuha ye. Tunebûna zimanek tenê ji bo mirovahiyê windahiyeke mezin e. Lewre tunebûna van zimanan ji bo cîhanê felaketeke herî mezin e. Vegotina van ihtîmalan bi xwe jî muyên laşê mirov dike weke şûjin. Ez bawer dikim tu kesek dê nexwaze di cîhaneke wiha bê reng de bijî û ji zarok û neviyên xwe re cîhaneke wiha bê reng û bê wate bihêle. Lewre hewce ye ku em hemû bi hev re, bi yek dengî ji vê çanda netewedewletan a qirker û tuneker a 200 salî re bibêjin ‘edî bes e’. 

Lazim e bi girîngiya wateya Roja Zimanê Dayikê, di serî de em li zimanê xwe yê qedîm û şîrîn xwedî derkevin û tevahiya zimanên cîhanê bi rêzdarî silav bikin. Peywira me ya yekemîn û ya herî pîroz hînbûn û hînkirina zimane dayikê ye. 

Roja Zimanê Zikmakî li we pîroz be!


MEHMET ŞAHÎN