Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 25 jin û zarokên ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine, radestî mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê kirin.
QSD`ê bi civîneke çapemeniyê 25 jin û zarokên Êzîdî ku 3`yê Tebaxa 2014`an di fernama li ser Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, radestî Mala Êzîdiyan a li navçeya Amûdê kirin da ku ew jî wan radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê bike.
Nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, fermandarên QSD`ê, endam û rêveberên Mala Êzîdiyan û gelek dezgehên çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
QSD´ê bi sedan jin û zarok rizgar kirin
Ji fermandarên QSD`ê, Berxwedan Amûdê diyar kir ku QSD`ê di pêngava Bagera Cizîrê de bi sedan zarok û jinên Êzîdî rizgar kir û got, "Em niha beşeke din ji Êzîdiyên ku hatine rizgarkirin, radestî Mala Êzîdiyan dikin da ku wan radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê bike."
Paşê ji rêveberên Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê Ziyad Hamîd peyivî. Hemîd malavahiya QSD`ê ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzîdî ji çeteyên DAIŞ`ê kir û diyar kir ku heta niha zêdetirî hezar jin û zarokên Êzîdî hatine rizgarkirin û got; ”Em bi hêvî ne ku hemû Êzîdiyên li gel çeteyên DAIŞ`ê girtî ne, werin rizgarkirin. Li gorî serjimara fermî, heta niha çarenûsa 3 hezar û 40 kesî ne diyar e.
Piştî civîna çapemeniyê, Êzîdî û endamên Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê di deriyê sînorê Iraqê re Êzîdiyên rizgarkirî radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê kirin.
ANHA/AMÛDÊ