Li girtîgehên Tirkiyeyê zext û zordariyên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Her ku diçe bêtir mafên wan tên bin binpêkirin. Sala 2012'an ji bo girtiyan bû sala berxwedan û sirgûnkirinê. Di sala 2012'an de binçavkirin, girtin û sirgûna girtiyan derket asta herî jor. Sala 2012'an ji bo girtiyan bû sala sirgûnan. Di nava zalekê de bi hezaran girtî hatin sirgûnkirin. Di zikhevde rojê 5 girtî hatin sirgûnkirin. Girtî bi hinceta di girtîgehan de cih tune bi hezaran kîlometre sirgûnî girtîgehên rojava hatin kirin. Girtiyên hatin sirgûnkirin rastî lêgerîna tazî û îşkenceyê hatin. Mafê wan ê hevditinê hat binpêkirin û rastî cezayê hucreyê hatin. Hevdîtina wan a vekirî hate qedexekirin. Malbatên ku bi hezaran kîlometre ji bo hevdîtinan çûn, rastî neheqî, binpêkirina mafan hatin. Rasti lêdan û gefan hatin. Gelek caran mafê wan ê hevdîtinê hate binpêkirin û bêyî hevdîtinê bikin vala vegeriyan. Di sala 2012'an de nêzî 2000 girtî hatin sirgûnkirin. Di sala 2013'an de jî bi sirgûnan destpê kir û didome. Sirgûna girtiyên PKK'ê û PAJK'ê berdewam dike. Piştî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 12'ê Îlona 2012'an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina zimanê zikmakî dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û di 18'ê mijdarê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiyê anîn, zext û zora li ser girtiyan zêde bûn. Li aliyekî rastî sirgûnan hatin, li aliyê din rastî cezayê dîsîplîn û hucreyan hatin. Di destpêka 2013'an de zêdeyî 250 girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin. Nexweşên rapora wan a "Nikarin rêwîtiyê bikin" hene jî tev li girtiyên din hatin sirgûnkirin.
DÎHA/AMED