250 şervan piştî ku dewreya perwerdê li Akademiya şehîd Diyab Xanim qedandin, bi merasîmekê tevlî Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) bûn.

Dewreya perwedeyê ku bi beşdarbûna 250 şervanan li Akademiya Şehîd Diyab Xanim beriya bi 15 rojan hate destpêkirin. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû.

Endamê Fermandariya QSDʹê Hêzil Heleb û hejmarek fermandarên QSDʹê di merasîmê de hazir bûn.

Merasîm bi rêzgirtina eskerî dest pê kir. Paşê endamê Fermandariya QSDʹê Heqî Kobanê axivî û dewre li şervanan pîroz kir û got, pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê li tevahî beşdaran pîroz kir û da zanîn ku hêzên wan dê li her derê li terorîstan bixin. Kobanê di dawiya axaftina xwe soz da ku heta dawiyê ew ê şerê terorîstan bikin û riya şehîdan bidomîn in. Piştî axaftinê, şervanan sûnda eskerî xwar. Merasîm bi stran û govendê bi dawî bû. 


 ANHA / REQA