ERDOGAN ALTAN  / MA / MINBIC


Serbazê berê yê Mertalê Firatê, Mihemed Casim El-Hesen ji nav komên Mertalê Firatê veqetiya û xwe radestî QSD’ê kir. El-Hesen der barê têkiliya Tirkiyeyê yên bi DAIŞ’ê re, rewşa komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de agahiyên girîng dan. El Hesen, diyar kir ku Tirkiye gelek malbat û eşîrên Dêra Zorê bi hinceta, Tirkiye jî wê tev li operasyona Reqqa û Dêra Zorê bibe, anîne Cerablûsê û di dema dagirkirina Cerablûsê de nêzî 250 endamên DAIŞ‘ê yên wekî sekvan tên dîtin, di bin kontrola MÎT’ê de derbasî Tirkiyeyê kirine û ji vir jî gihandine Ewrûpayê. 

Mihemed Casim El-Hesen piştî ji komên Mertalê Firatê yên girêdayî Tirkiyeyê veqetiya, xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir û eşkere kir ku têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ û komên din ên Îslamî yên wekî El Nusrayê re heye. 

 

Polîs bû bû efserê “Artêşa Azad”

Mihemed Casim El-Hesen ê 33 salî, destnîşan kir ku ew ji Dêra Zorê ye û berê di amîrên polîsan bû di serdema rejîma Baesê de. Wî da zanîn ku sala 2012’an tevlî nav refên “Artêşa Azad” bûye û wiha axivî: “Ez li Dêra Zorê di nava Artêşa Azad de mam, heta ku El-Nusra û DAIŞ´ê hatin, û ew der dagir kirin. Bi têkiliya Tirkiyeyê re ez derbasî Hatayê bûm. Ez heta demekê di navbêra Hatay û Karkamiş de diçûm û dihatim, pişt re derbasî Cerablûsê bûm. Heta demekê ti rutbeyek nedane min, tenê min têkiliya di navbera endamên eşîrên Dêra Zorê û berpirsiyarên Mertalê Firatê de saz dikir.”

 

‘Hemû kom ji hev aciz in’

El-Hesen, anî ziman ku piştî Tirkiyeyê herêmên Ezaz û Cerablûsê dagir kirin, di nava komên Mertalê Firatê de ji ber qontrolkirina herêman û desthiladariya rêveberiyê, nakokî derketin û wiha pê de çû: “Mertalên Firatê wekî bingeh ji Artêşa Azad pêk tê û di nava Artêşa Azad de jî gelek tabûr û tugay hene. Ev tabûr heta astekê serbixwe ne.

Cebhet El Şamiye li Ezazê niha bi cih bûye, El Hemza li Babê, Sûltan Mûrad jî li Cerablûs û El Raî, hin komên piçûk ên din jî li van herêman bi cih kirin. Li gel vê yekê nakokî, şer û pêvçûn di navbera van koman de bi dawî nebûne û hê jî dewam dikin.“ 

El-Hesen, da zanîn ku li ser sînorê Efrîn û Minbicê dewleta Tirk ji bo dagirkirinê bendên kontrolê danîne û baregeheke eskerên Tirk a 100 metreyan nêzî Ava Sacûrê heye qederê 200 eskeran lê hatine bicihkirin.


Tirkiyeyê terorîstên xwe rizgar kirin 

El-Hesen, eşkere kir ku Cerablûs di 3 saetan de teslîmê Tirkiyeyê hatiye kirin û ev agahî dan: “Dema Tirkiyeyê amadekariya ketina Cerablûsê dikir, danûstandinê wan bi DAIŞ’ê re hebûn. Dema eskerên Dewleta Tirk ketin Cerablûsê, 250 çeteyên DAIŞ‘ê yên hatibûn hilbijartin bi gelek seyarên transît û otobûsên nivî, sîrena ambulansan danîbûn ser wan ji Deriyê Sînor ê Karkamişê re derbasî bajarê Kilisê û Dîlokê kirin. Ji wan seyareyan yek di berpirsyariya min de bû. Me bi 6 seyareyan, ew birin Kilîsê û ev vegeriyan Karkamişê. Piştre em hîn bûn ku ew endamên DAIŞ‘ê derbasî welatên Ewrûpayê kirine. Ez bawer dikim gelek endamên din ên DAIŞ‘ê tevî malbatên xwe re derbasî Bab, Hema û Reqqayê bûn.”