Di encama êrîşa çeteyên DAIŞ ya 3 Tebaxê de de, li herêma Şengalê bi hezaran Kurdên Êzîdî hatin kuştin, jin û zarok jî di nav de, bi hezaran kes hatin revandin û bi sed hezaran Kurdên Êzîdî yên Şengal û gundên derdora wê, ji cih û warên xwe bûne. Her weha bi dehan gund hatin şewitandin, mal û mulkên Êzîdiyan hatin talankirin. Li hemberî vê kiryara hovane ya dij mirovahî, Saziya Alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê, li navenda Elmanya û bi hevkariya Saziya Die Sonne Mesopotamiens “Roja Mezopotamya’’, saziyên li Fransa, Swêd, Danîmark, Norwêc, Siwîsre, Hollanda, Awusturya û Belçîka kampanya alîkariya lezgîn da destpêkirin.
Bûhayê 150 hezar Euro
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyayê de, bi buhayê 150 hezar Euro û weke gava pêşî, pêdiviyên jiyanî ji bo welatiyên Şengalê yên li Wargeha Newroz a Rojavayê Kurdistanê re şandin. Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku wan di dema kampanyayê de, bi rêveberiya Wargeha Newroz re ketine nava pêwendiyan û derbarê rewşa penaberên Şengalê û pêdiviyên wan de hatine agahdarkirin. Li gorî vê yekê, pêwîstiyên lezgîn hatin destnîşankirin û di nava demeke kurt de, di encama hestyariya Kurdên Êzidî û bi giştî ya Kurdistaniyên li Ewropayê de, daxwazên penaberên Wargeha Newroz hatin peydakirin. Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku wan weke destpêkê, 250 ton ku ji şekir, birinc, çay, termûsên avê, cil û bergên jin û mêran, her weha pedên jinan şandin Rojavayê Kurdistanê.
Ji kampa Newrozê re şandin
Rêveberiyê diyar kir ku alîkariyên wan wê li Wargeha Newroz bi rêya saziya Heyva Sor a Kurd welatiyên Şengalê werin belavkirin.Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê weha dewam dike: “Em weke saziya alîkariya mirovahî, xwedîderketina li penaberên Şengalê wek erka xwe ya mirovahî û exlaqî dibînin. Di vê pêvajoya nazik de, çawa ku me ji bo Wan, Koban û gelek deverên yên Kurdistanê alîkarî şand, em ê hemû hêz û derfetên xwe ji bo bicihanîna daxwazên gelê Şengal yê mexdûr bikar bînin. “ Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê destnîşan kir ku ew ê di rojên pêş de, alîkariyê ji bo wargehên penaberên Kurdên Êzidî yên li Bakurê Kurdistanê re jî bişîne û di serî de Elmanya, malavahiya tevahiya Kurdistanî û saziyên alîkariyê yên li Ewropa û Skandînavyayê kir û xwest ev helwesta hestiyar berdewam bike.
ANF/KOLN