Komîteya Çand û Huner ya Meclisa Sivîl a Reqayê 2 hezar û 500 pirtûk ji gundê Hawî El-Hewa veguhestin pirtûkxaneya komîteyê.

Abdulrehman Mihemed Ehmed ji gundê Hawî El-Hewa ye. Ew berê berpirsê pirtûkxaneya Navenda Çandî ya gund bû. Abdulrehman ji ber hezkirina wî ya çanda herêmê, 2 hezar û 500 pirtûk di dema serweriya DAIŞ‘ê de veşartin.

Têkildarî mijarê cîgerê hevserokatiya Komîteya Çand û Huner, Abdulxefûr El-Xelef got: “Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê û em pirtûkên li bajêr kom dikin. Heta niha nêzî 6 hezar û 500 pirtûkî ji bin bermahiyên avahiyên zanîngeha tenduristiyê, sandîqeya endezyaran û parêzeran de me berhev kirin.

Me 2 hezar û 500 pirtûkên ku Abdulrehman veşartibûn ji gund veguhestin pirtûkxaneyê.”

 

ANHA/REQA