
Li Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed, dewreyeke perwerdeyê ya Hêzên Ewlehiya Hundir a Reqayê bi dawî bû.
Li akademiya li navçeya Eyn Îsa ya ser bi Kantona Girê Spî, dewreyeke perwerdeyê ya eskerî, siyasî û bîrdozî ji bo Hêzên Ewlehiya Hundir a Reqayê beriya demekê bi beşdarbûna 252 ciwanên ji Reqayê re hat vekirin.
Merasîma ji bo bidawîbûna dewreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Berdevkê Hêzên Ewlehiya Hundir, Idrîs Îsa axivî û da zanîn ku erka endamên dewreyê ew e ku ewlehiya herêmê misoger bikin û ji wan xwest ku şopdarên rêya şehîdan bin.
Li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ibrahîm Teyar jî axivî û ji endaman xwest ku herêmê biparêzin û ji bo ewlekariya sivîlan xwe bikin mertal.
Di dawiyê de endam sûnd xwar û rêûresmeke eskerî bi rê ve birin.
ANHA / GIRÊ SPÎ