Di merasîma bi dawîkirina perwerdeyê de Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê Zozan Cûdî axivî û bi dawîkirina perwerdeyê li şervanan pîroz kirin û wiha got: “Serkeftinên şoreşa Rojava serkeftina hemû gelên Rojhilata Navîn e. Serkeftina şoreşa Rojava bi xurtkirina YPG’ê û YPJ’ê ve girêdayî ye.” Zozan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku rol û erka sereke ya li ser milê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ew e ku li hemberî hemû êrîşên hov ên çeteyan derbikevin û herêmê ji wan biparêzin û wiha domand: “Hemû destkeftiyên gelê Rojava bi saya xwîna şehîdan pêk hatine.” Di dawiya merasîmê de şervanên nû sûnda leşkerî xwarin.
GIRKÊ LEGÊ