Kurdistaniyên li Novoaleksandrovkî, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. 

Şahî li bajarê Stravrapol ê Federasyona Rûsyayê çêbû. Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd ve hate organîzekirin û tevî rêveberên meclîsa navçeyê, nûnerên gelên cuda jî lê amade bûn. Şahî li Salona Konserê ya Çand û Hunerê ya Novoaleksandrovkî bi rê ve çû.

Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovkî Nazê Bazoyeva li şahiyê got, "Ya ku îro em li hev civandine, hêza PKK'ê ye. PKK'ê di dîroka gelê Kurd de mohra xwe danî binê gaveke nû û hemû Kurdên li çar aliyên cihanê belav bûyî, kir hêzek. Lewma, gelê Kurd xwedî li PKK'ê derket û weke parçeyek ji xwe dibîne. Tiştekî rûreşiyê ye ku gelek welatan partiyeke bi vî rengî xistine lîsteyên xwe yên 'terorê'. Welatên navborî ji ber ku xwe ji vîna gelê Kurd vedigirin, hewl didin pêwendiya tevgera gel bi terorê re deynin. Çawa ku gelê Kurd heta roja îro xwedî li PKK'ê derket, wê ji niha û pê ve jî xwedî li Rêberê xwe û PKK'ê derkeve."

Piştî axaftinan Peywan Arjîn, Azad Bedran, Berfîn Mamedova, koma govendê ya zarokan û hunermendên herêmî derketin ser dikê û Kurdistaniyan li ber stranên wan govend gerand. 


MOSKOV