HPG’ê diyar kir ku li Çelê di çalakiya gerîlayan de 3 eskerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîla Kurtay Nisêbîn ê li Xakurkê ji ber bomberdûmana balafirên şer, şehîd bû jî hat eşkerekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser encama şerê pêr daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
“Hêzên me roja 28’ê Cotmehê saet 16:30’î li dijî artêşa TC ya dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çeperekî dijmin bi temamî hate rûxandin û 3 esker hatin kuştin.”
HPG´ê her wiha da zanîn ku 28’ê Cotmehê danê êvarê li Geliyê Hesena yê herêma Avaşînê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe barandin û gerîla Kurtay Nisêbîn şehîd bûye.
HPG´ê nasnameya temamî ya pakrewanî jî wiha ragihand: Kurtay Nisêbîn (Abdûrrazzak Eren) ê ji Mêrdînê 28’ê Cotmeha 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.
ANF/BEHDÎNAN