Li navçeya Xaneqînê ya ser bi Diyale, di festîvala çand û huner de 3 hezar pirtûk bêberamber hatin belavkirin.

Li navçeya Xaneqînê ya Diyale di festîvala çand û huner doh hate lidarxistin. Koma Xaneqînê festîval organîze kir. Di festîvalê de çend çalakiyên hunerî hatin lidarxistin. Herwiha bi sedan kes beşdarî festîvalê bûn.

Di festîvalê de wekî din 3 hezar pirtûk bêberamber li beşdaran hatin belavkirin. Di festîvalê de pêşangeheke wêneyan jî hate vekirin. Herwiha şano hate lîstin. Helbest hatin xwendin û muzik hate jenîn.

Şêwekar Şival Emer bi 4 tabloyên xwe beşdarî festîvalê bû, tabloyên wî derbarê rewşa jiyana Xaneqînê de bûn. Şivan Emer hêvî kir ku çalakiyên wiha yên hunerî dewam bikin.

Herwiha rewşenbîrê ji Xaneqînê, Eyad Kerkûkî têkildarî festîvalê got; ”Girîngiya van festîvalan ji bo kêfxweşiya xelkê heye. Di warê hunerî, rewşenbîrî û çandî de ew girîng in, ji bo ku Xaneqîn vegere dema xwe ya berê. Lewma berê Xaneqîn di warê huner de bipêşketî bû.”

 

ROJNEWS / XANEQÎN