Endamên Komîsyona Jinan a KESK'ê ya Colemêrgê li sergoya Depînê bi dirûşma "Jin jiyanê dide xwezayê" 3 hezar şitilên çamê çandin. Bernameya ji aliyê Şaredariya Colemêrgê û KESK'ê ve hat lidarxistin. Hevşeradarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî û xwendekar tevlî bernameyê bûn. Berî bernameyê Hatîpoglu axaftinekî kin kir û got: "Hûn dibînin çopan diavêjin Zê. Zîndewarên di ava Zê de jî zirarê dibînin. Ji ber vê yekê em di nava hewildana vê yekê xilas bikin. Xebatekî wisa xweşik bû. Hêvî dikim ku em dê hilberîna vê yekê jî bigirin."

Berdevka Demê ya Platforma Şaxên KESK'ê ya Colemêrgê Şukran Sonmez Guldal jî diyar kir ku bi hevkariya şaredariyê wan çopên li ser riya Çelê paqijkirin û 3 hezar şitilan lê diçînûn . 

COLEMÊRG