Di pêşengehê de hunernedê peykertiraş Hasan Canel, Helbestvan Adîl Okay û wênesaz Alî Osman Abali hatin cem hev. Di pêşengehê de 30 peyker, 30 helbest û 30 wêne hatin pêşandan. Pêşengeh rastî eleqeyek mezin hat.
Şaredariya Akdeniza Mêrsînê bi piştgiriya Konseya Bajar a Akdenîzê ya Mêrsinê li salona Konferansê ya Bajar a Mêrsînê peşengeha "Jin û Zarok vekir. Di pêşengehê de hunernedê peykertiraş Hasan Canel, Helbestvan Adîl Okay û wênesaz Alî Osman Abali hatin cem hev. Di pêşengehê de 30 peyker, 30 helbest û 30 wêne bi tevahî 90 berhem hatin pêşandan.
Di pêşengehê de Helbestvan Adîl Okay anî ziman ku wî hin helbestên xwe wergerî Kurdî kirine. Sekreterê Konseya Bajar a Akdeniza Celal Temel, diyar kir ku ev peşengeh gelek watatar e û girîng e.
Nivîskar û helbestvan Adîl Okay jî ani ziman ku wan xwest bi vê peşengehê ruyê veşarî ronî bikin û wiha got: "Me xwest 3 hunermendên wêne, helbest û peykeran mirovan derxin rêwîtiyek dûr û dirêj. Me xwest ruyên mirov ên veşarî jî derxin derve.
Pêşengeha ku ji 90 berhemî pêk tê dê hefteyekê vekirî bimîne.
MÊRSÎN