Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, ku li Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 3 leşker û 2 kontra hatine kuştin.
HPG’ê li ser çalakiyên li Colemêrg û Mêrdînê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me roja 24’ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xist.
Li dijî wesayiteke ku kontra tê de bûn û ber bi qereqola Meleyan a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ve diçû, hêzên em saet 07:30’î çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 2 kontra hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Hêzên me saet 14:30’î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li nêzî girê Elîşêr yê navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek li dar xist. Ji nêz ve derbên serketî li yekîneya dijmin hatin xistin û di encamê de 2 esker hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû.
Saet 19:30’î hêzên me yên YJA-Star, li dijî leşkerên ku li girê Bayrak ê herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê bûn, çalakiyek kir. Bi qasî ku hate tespîtkirin eskerekî dijmin hate kuştin.
Li Bagokê çalakiya sabotajê
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me roja 23’ê Gulanê saet 00:10’î li dijî stasyona bazê ya li herêma Bagokê ya Mêrdinê, çalakiya sabotajê kir. Di encamê de stasyona bazê bi temamî hate rûxandin.” n ANF/BEHDÎNAN