Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Xaneqînê êrişî tûgaya 3´ê ya pêşmergeyan kir, di encama şer de 3 pêşmerge şehîd bûn û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.
Şeva din çeteyên DAIŞ’ê li gundê Dekey ê rojavayê navçeya Xaneqînê ya ser bi Diyale êrişî tûgaya 3 ya hêzên pêşmergeyan kir û şer rû da.
Cîgirê Fermandarên Tûgaya 3 ya Pêşmerge Cimhur Hacî Rustem diyar kir agahiya wan ji plana êrişa DAIŞ‘ê hebû û got; “Çeteyên DAIŞ’ê ji 5 milan ve bi çekên giran êrişî me kir û me jî bersiv da. Şer heta saet 22.00’an dewam kir û êriş hate şikandin.
Cîgirê Fermandarên Tûgaya 3 ya Pêşmerge Cimhur Hacî Rustem da zanîn ku di şer de 3 pêşmerge şehîd bûne û 2 ji birîndar bûne.
Navê pêşmergeyên şehîd bûne, Luqman Tahîr ê ji Derbendîxanê, Ziyad Xelîfe Sutlan ji navçeya Kifrî û Mehmûd ê ji navçeya Çemçemal.
NAVENDA NÛÇEYAN