HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên di 25’ê Hezîrana 2019’an de bi êrişa hewayî şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser 3 gerîlayên par li Metînayê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“25’ê Hezîrana 2019’an di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Abdullah Araz bi nasnav Rûmet Ezda yê li Mûşê ji dayik bûye, Atîlla Odenç bi nasnav Simko Faraşîn li Wanê ji dayik bûye û Cemal Mamo bi nasnav Şiyar Mama yê li Efrînê ji dayik bûye şehîd bûn.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li ser bingeha têkoşîna bênavber a milîtanên fedayî-leheng û nirxên wan, niha di serdema herî nêzî azadiya gelê me de ye. Dewleta TC a mêtinger-dagirker ku nikare xwe li vê rabigire, ji bo her tiştên bi navê Kurdîtiyê ji holê rabike û komkujiyan bike, êrişan dike. Gelê Kurdistanê li dijî van êrişan bi rengekî yekgirtî bi awayekî dîrokî li ber xwe dide. Di vê pêvajoya berxwedanê de, ciwanên ku li pêşberî komkujî, zilm û êşkenceya dewleta TC a faşîst-mêtinger a li dijî gelê me bêdeng namînin û dixwazin bibin xwedî berxwedaneke bi rûmet, berê xwe didin nava refên gerîla û tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibin.

Di serî de malbatên me yên Araz, Ozdenç û Mamo em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku armanca şehîdên me ye bi serketinê tacîdar bikin.”

ANF/BEHDÎNAN