
Ji 3 kesên ku ji aliyê leşker û polîsan ve hatin qetilkirin Osman Erbaş, li davetê bi guleya polîsan hate kuştin. Her wiha hate zanîn ku birayên hev Necdet û Tayyar Gurelî jî di rêvitiya rêya gund de bi topên hawanan hatin kuştin. Bûyera ku 3 welatiyên li navçeya Şemzînan a Colemergê ji alî leşker û polîsan ve hatin qetilkirin zelal bû. Osman Erbaş ê 14 salî ku xandewanê lîseyê bû, hate zanîn ku li davetê bi guleya polîsan hate qetilkirin. Her wiha birayên bi navê Necdet û Tayyar Gurelî jî di rêvîtiya rêya gundê xwe de bi topên hawanê hatin kuştin. Her wiha topeke Hawanê yê neteqiyayî jî niha li ber şaredariya Şemzînanê hate dîtin.
Du bira di rêya mal de qetil kirin
Necdet Gurelî û birayê wî Tayyar Gurelî li gundê Şapatan a Şemzînanê ji mêvaniyê dema xwestin biçin mal, li Şemzinanê pevçûn derket. Piştî pevçûnê leşkeran gund da ber topên hawanê. Her du bira di topbarana hawanan de hatin qetilkirin.
Di çalakiyê de polîsek û leşerek mir
Hate zanîn ku di pevçûnê de leşekerek û polîsek mirine û 7 leşker jî birîndar bûne. Hate îdîakirin ku 2 endamên HPG’ê yên ku xwestine bikevin Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyan, di encama şer de leşkerek û polîsek mirin. Her wiha welatiyên bi navê Mesut Demir, Resul Çetin û Bilal Ozer ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemizînan û Geverê. Xizmek ê birîndaran diyar kir ku dema wî bihîst xizmê wî birîndar bûye, bi lezgînî çû nexweşxaneya Şemizînanê, lê li ber deriyê nexweşxaneyê polîsan li wî xistin.
Tîmên taybet sewqî Şemzînanê kirin
Operasyona ku piştî pevçûna navçeya Şemzînana Colemergê hatî dest pêkirin didome. Di vê çarçovê de jî ji navçeya Geverê TOMA jî di nav de maşînên zirxî û tîmên taybet sewkî Şemzînanê hatin kirin. Di vê navberê de li navçeya Geverê ya Colemergê jî operasyon dest pê kir. Bi helîkopteran tîmên taybet sewqî sînor hatin kirin û gundê Sortyan ê ku 15 kilometre dûrî Geverê yê leşkeran dorpêç kir. Leşkeran şivanên heremê jî ji heremê dûrxistin.
Raste rast sivîl hatin hedef girtin!
Piştî pevçûna Şemzînanê mala Seferî Yilmazê ku mexdûrê doza Şemzînanê ye leşker û polîsan da ber rokêtan. Yilmaz da zanîn ku li Şemzînanê hovîtî hatiye jiyandin. Birayê Osman Erbaşê ku jiyana xwe ji dest dayî Serokê BDP’ê yê berê Reşit Erbaş jî diyar kir ku mîrovên sivîl hedef hatine girtin û bi wî şiklî hatine kuştin.
Cenezeyên Necdet Gurelî, Tayyar Gurelî û Osman Erbaş ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Devletê ya Wanê. Ji 4 birîndarên sivîl 2 kesên ku rewşa wan girane jî rakirin Nexweşxaneyên Wanê.
Piştî pevçûnê çiyayê Goman jî di nav de li heremê bi hezaran leşker û tîmên taybet operasyon dest pêkirin. Di vê çerçoveyê de helîkopterên ku ji Colemerg û Şemzînanê radibin heremê didin ber bombebaranê.
Mala Yilmaz gulebaran kirin
Piştî êrîşa li dijî fermandariya cendirmeyan û midûriyeta polîsan mala Seferî Yilmaz ê xwediyê Pirtûkxaneya Umutê ji rastî guleyan hat. Yilmaz, anî ziman ku li Şemzînanê yekem car hovîtiyek bi vî rengî pêk tê. Yilmaz, da zanîn ku mala wî rastî êrîşê hat û mala wî edî ket halê ku mirov nikaribe lê rûnê. Yilmaz, bilêv kir ku her der raste rast gulebarandikin û hovîtiyek pêk hat.
‘Hovîtî pêk hat’
Birayê Osman Erbaş ê 14 salî ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest da Serokê BDP’a Şemzînanê Reşit Erbaş, jî anî ziman ku birayê wî li dawetê bû û di gulebarana leşkeran de birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Erbaş, destnîşan kir ku hovîtiyek li navçeyê pêk hat.
‘Divê şer bi dawî bibe’
Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore jî anî ziman ku ji destpêk êrîşê heta serê sibê leşker û polîsan bê navber li derdorê gule barandin û heta serê sibê welatî newêrîbûn ji balbatên xwe derkevin. Tore, bang li hemû raya Tirkiye û cîhanê kir û xwest dawî li vî şerî bînin.
Heyeta BDP’ê çû Şemzînanê
Piştî 3 sivîlên ku di pevçûna navçeya Şemzînan a Colemergê de ji alî polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin, heyeta BDP’ê ku parlementerê BDP’ê Esat Canan jî di nav de çû Şemzînanê.
Heyeta BDP’ê ya di serokatiya parlementerê BDP’ê yê Colemergê Esat Canan de hate avakirin, ji bo qetilkirina 3 sivîlan li cih lêkolînê bike ber bi Şemzînanê ve birê ket. Di heyeta ku hate avakirin de Esat Canan, Şaredarê Gewerê Ercan Bora, Şaredarê Bajirgeyê Hûrşît Altekîn û Endamê Meclîsa Bajar a Colemergê Ferzende Yilmaz cîh girtin. Heyet wê serî de bi malbatên yên jiyana xwe ji dest dayî û çavdêrên bûyerê re hevdîtinê pêk bîne.
COLEMERG - DÎHA