Li Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tawanbariyên derew sivîlan direvînin û li beramberî serbestberdana wan pereyan dixwazin. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kesê bi navê Leyla Qeblan yê ji gundê Holîlo yê herêma Raco ya kantona Efrînê ye, revand.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyan Leyla ber bi zindanên çeteyan ên li herêma Racoyê ve bir. Tê gotin berê jî Leyla carekê hatiey revandin û beriya 2 mehan beramberî pereyan hatibû berdan.

Herwiha li ser mijarê çavkaniyekî din ji navenda bajarê Efrînê destnîşan kir ku çeteyên Tirkiyeyê kesên bi navên Dewran Omar ê ji gundê Basotê û Welîd Mihemed Xelîl yê ji Efrînê, revandine û çarenûsa wan heta niha ne diyar e.

Hêjayî bibîxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî kantona Efrînê dagir kirin, hemû goristan û cihên pîroz talan kirin û tiştên di hundirê wan de jî dizîn.

 

EFRÎN

 
 

Çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

   

Li Minbicê Hêzên Ewlekariya Hundir doh endamekî çeteya DAIŞ’ê ku tevgera endamên vê çeteyê di bajêr û gundewarên wê de hêsan dikir, girt. Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundir a Minbicê ragihand ku piştî çavdêriyeke dirêj, lêkolîn, analîzkirina agahî û giliyan, Hêzên Ewlekariya Hundir bi ser maleke li bajarê Minbicê de girt û endamekî çeteya DAIŞ´ê girt.

Buroyê destnîşan kir ku piştî ku çete xwest bireve, Hêzên Ewlekariya Hundir ew girt. Her wiha di lêpirsînên destpêkê de eşkere bû ku destên wî di hêsankirina tevgera çeteyên girêdayî DAIŞ`ê li Minbic û gundewarên wê de heye.

 

MINBIC