Li herêma Şengalê hîn jî gelek gund di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne û gelek zarok û jinên Êzîdî hîn di destê wan de, li benda rizgarkirinê ne. Hêzên YBŞ/YJŞ’ê ku di dema fermana 73’yan a sala 2014’an de hat avakirin jî, bi vê mebestê têkoşîna xwe didomîne. Lê tam di vê demê de komên çete yên girêdayî PDK’ê êrîşî Xanesorê ku di sala 2014’an de ji aliyê YBŞ/YJŞ’ê ve hatiye rizgarkirin dikin û bi îdîaya parastinê dixwazin herêmê dagir bikin.

Şervanên YBŞ’ê herî dawiyê 3 zarokên din di encama operasyonek taybet de, ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Zarokê bi navê M. dema çeteyan di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin û ew birin 2 mehî bû, zarokê din ê bi navê M. yek salî û zaroka bi navê W.S. jî 14 salî bû. Yekîneya YBŞ’ê her sê zarokên ku niha yek ji wan 3 salî, yek 4 salî û yek jî 17 salî ye, rizgar kirin û anîn Xanesorê.

Şervanên YBŞ’ê têkildarî mijarê li Xanesorê li gel hersê zarokên ku ji gundê Koço ne daxuyaniyek da.

‘Erka me rizgarkirina gelê me ye’

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Kurtay Şengalî bibîr xist ku di êrîşên 3’yê Tebaxa 2014’an de gelek zarok, jinên ciwan û dayîk ketine destê DAIŞ’ê. Kurtay Şengalî destnîşan kir ku piştî avakirina YBŞ û YŞJ’ê, têkoşîna ji bo rizgarkirina zarok, jinên ciwan û dayîkan jî destpê kiriye. Şengalî da zanîn heta niha gelek kes ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û got: “Îro jî keçek ciwan û du zarok hatin rizgarkirin. Em weke Hêzên Berxwedana Şengalê heyanî yek ji gelê me yê Şengalê di destê DAIŞ’ê de hebe, weke erkekê em ê wan rizgar bikin.”

Şêx Xelef: PDK’ê em xapandin

Piştre Muciwirê Şerfedînê Şêx Xelef anî ziman ku ji ber vê xapandina PDK’ê gelê Êzîdî di komkujiyê re hatiye derbaskirin û gelek zarok, keç û dayîk ketine destê DAIŞ’ê. Xelef destnîşan kir ku YBŞ’ê têkoşîna rizgarkirina van zarok û jinan dimeşîne û got: “Îro hûn dibînin keçeke me û du zarok ji destê DAIŞ’ê xilas bûne. Ji birînên me xwîn tê û heta roja îro xwîna wê nesekinî ye.”

Hêvî dikin ku rizgar bibin

Birayê zaroka 17 salî W.S. ya ji destê çeteyan hatiye xilaskirin D.S. jî axivî û got: “Şervanên Êzîdxanê û bi navê Êzîdxanê berê xwe didin dijmin û şer dikin. Zarok, xwîşk, dayîk û gelê me ji destê çeteyên DAIŞ’ê xilas dikin. Hêviya me ji Tawisê Melek heye ku bi destê wan ve were û ev rizgarkirina zarok, xwîşk û dayîkên me temam bibe.” 


 ŞENGAL