Dewleta Tirk bi hinceta ewlekariyê bendavan ava dike. Bendavên hatine çêkirin an jî çêkirina wan hê didome, li Çewlig, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Mêrdîn, Amed û Dêrsimê ne. Ji ber ku şûnwarên dîrokî û jîngeh dikeve ber, cureyên giyayên endemîk û ekosîstem rasterast jê bandor dibe.
ERDOGAN ALTAN / DIHOK/MA
Di salên dawî de li bajarên Kurdan di bin navê ewlehiyê de zêde bendav û santrolên hîdroelektrîk (HES) tên avakirin. Hat diyarkirin ku li heremê heya niha ji bilî 50 bendavên bi boneya enerjî û avdaniyê hatine avakirin, zêdeyî 30 bendav û sedan Santrolên Hîdroelektrîk (HES) hatin avakirin. Bi hinceta ewlekariyê bendavan ava dikin. Bendavên hatine çêkirina an jî çêkirina wan hê didome yên li Çewlig, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Mêrdîn, Amed û Dêrsimê ne. Ji ber ku şûnwarên dîrokî û jîngeh dikeve ber, cureyên giyayên endemîk û ekosîstem rasterast jê bandor dibe.
Hejmara herî zêde çêkirina bendavên ku tên plankirin li heremên Colemêrg û Şirnexê ku li ser sînorên Herêma Kurdistana Federal û Îranê ne. Di sînorên Şirnexê 7, li Colemêrgê jî 4 bendavên ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya DSÎ ve di sala 2008’an de hatine destpêkirin. Li Şirnexê di sînorên Herêma Kurdistan a Federal li ser çemên Hêzil û Roboskî 7 bendavên bi navê Silopî, Şirnex, Uludere, Balli, Kavşaktepe, Musatepe û Çetîntepe, li ser çemê Guzeldere jî 2 bendavên bi navê Golgeliyamaç û Çocuktepe, li ser Çemê Pembo ya di navbêra navçeya Şemzînan û Geverê de ku li ser sînorê Îranê jî du bendavên bi navê Beyyurdu û Aslandag bi tevahî 11 bendav hatine çêkirin. Di sala dawî de jî di qûntara Çiyayê Cûdî ya navçeya Slopiya jî 3 înşeatên Santrala Termîk û di bin navê “ewlekariya” van înşeatan de jî 8 riyên “ewlekariyê” tên çêkirin.
Wê 870 çavkaniyên avê tune bibin
Midûriyeta Karê Avê ya Dewletê (DSÎ), projeya bi armanca depokirina enerjî û avê ya li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistan a Federal amade kiribû di sala 2008’an de xistibû pratîkê. Di heremê de îhala 11 bendavên ku wek e “Li dijî PKK’ê bendavên ewlehiyê” tê bi navkirin di sala 2008’an de hatibû danîn û dest bi avakirinê kiribûn. Ji van 7 bendavên herî girîng ya Silopî, Şirnex û Qilebanê avakirina gewdeya wan hatiye tamamkirin û av tije dibe. Avakirina 5 bendavên li Şirnexê û 4 jî ya li Colemergê jî di nava çend mehên dawî de temam bûye. Her wiha bi avgirtina van bendavan re dê 870 kaniyên ku can dide giyayan jî wê di bin van bendavên “ewlehiyê” de bimînin.
Bi 207 miliyonan xira kirin
Maliyeta 7 bendavên ku li ser sînor hatine avakirin wek e 207 milyon lîre hatiye hesabkirin lê li gor çavkaniyên di nav DSÎ de, heya dawiya 2018’an pereyê li van bendavan hatiye xerckirin ji 207 milyon lîreyê derbas kiriye. Bi dawîkirina van bendavan re çandinî, bax û baxçeyên, herêma ku bûye cihê sewalên cur bi cûr di bin avê de mane, înşeatên santrala termîka di qontara Çiyayê Cûdî de didome û 8 riyên “ewlehiyê” ya di bin navê ewlehiya van înşeatan jî wê 38 milyon lîreyê din bê xerckirin.
Rêyan xira dikin û xwezayê talan dikin
Li gor nexşerêya bendavên Şirnexê ya ji aliyê DSÎ ve hatiye amadekirin, li herêma aliyê Qilebanê li şûna riyên di bin avê de bimînin, dest bi çêkirina riyên nû yên ku wê ber bi hundirtir ve here bikin. Riya 45 ku ji herêma Înceler destpêkiriye, ji gundên Işikveren û Taşdelen derbas dibe di gundê Roboskî de dawî dibe. Li dora bendava Kavşaktepe 1,9 km, li Bendava Musatepe ya nêzî gundê Ortabagê 1,5 km, li Bendava Çetîntepe ya di herêma Ortasû û Gulyazi de 2 km riya ewlehiyê, li ser Bendava Şirnekê jî 3 km riya bend ji aliyê Miduriyeta Îdareya Taybet a Bajêr ve hatiye çêkirin. Riyên din ên ‘ewlehiyê’ ku di 2005’an de 3 milyon û 600 hezar TL lê hatibû xerckirin jî di bin bendava ‘ewlehiyê’ de man.
Îhale dan Suleyman Bolunmez
Bendav, santralên termîk û riyên ‘ewlekariyê’ yên li heremê ku berê ji aliyê DSÎ ve dihat çêkirin lê di salên dawî de îhaleya wan dabûn şîrketan, bi taybetî îhaleyên santralên termîk û ‘riyên ewlekariyê’ yên di qûntara Çiyayê Cudî ya Slopiya tên çêkirin jî dane parlementerê Mêrdînê yê AKP’ê Suleyman Bolunmez ku di sala 2001’an de di operasyona bi navê “Firtina-Bahoz” de bi kaçaxçitiya sotemeniyê navê wî derketibû. Ev santralên termîk û riyên ewlehiyê wê 38 milyon TL lê bê xerckirin ku ji aliyê şîrketên Suleyman Bolunmez an xwedî yan jî hevkarên wan e, tê çêkirin. Sicîla Bolunmez bi sûcê kaçaxçitiyê tije ye.
Ji bo Bînalî Yildirim xebitî
Bolunmez, di sala 2015’an de bû namzetê AKP’ê, lê ji ber cezayê derheqê wî de erê bibû namzetiya wî ketibû. Ji ber kaçakçitiya sotemeniyê cezayê wî erê bibû nikaribû bibe parlementer, derket holê ku karê sotemeniyê bi Koma Demîroren dewam kiriye. Di nava hevkariya îstasyonên sotemeniyê ya di sala 2014’an de ya xeta Sarayburnu-Bakirkoy a Stenbolê de hatibû vekirin, Demoren û Suleyman Bolunmez jî hebûn. Bolunmez, di hesaba xwe ya twîter de aşkere kiribû ku ji bo piştgiriya namzetê AKP’ê ya Şaredariya Stenbolê Bînalî Yildirim ew wê hemû derfetên xwe bixe dewrê, ji bo wê jî bi hemû qezancên xwe re kolan bi kolan bigerin û xebat bikin.