Fermandariya HPG’ê ya Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, diyar kir ku êrîşên DAÎŞ´ê bi destwerdana hêzên gerîla hat pûçkirin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, doh sibehî saet nêzî 04.30’î li derdora taxên Xeyr Nasir û Kale çeteyên DAIŞ´ê xwestin li hemberî çeperên gerîla bi du çalakgerên xwekuj û bi sê wesayîtên bombebarkirî êrîşekê pêk bînin. Hêzên gerîla yek ji çalakgerên xwekuj kuştin, ê din jî ku ket nav panîkê bombeyên xwe teqandin. Du panzer û kamyoneteke bombebarkirî berî bigihêjin nuqteyên gerîla hatin teqandin.

Piştî êrîşên bombeyî çeteyên DAIŞ´ê ji sê aliyan ve li taxên Sûka Jêr, Taxa Minare û Xeyr Nasir li hemberî hêzên gerîla û pêşmergeyan êrîşek dan destpêkirin. Di navbera gerîlayan û çeteyan de ku şer rû da. di şer de 25 çete hatin kuştin, herî kêm 15 çete birîndar bûn. Hat diyarkirin ku 12 cenazeyên çeteyan di destê gerîlayan an jî li herêmên di kontrola gerîlayan de mane.

Hat ragihandin ku di êrîşa çeteyan de hin pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye.

Piştî şerê dijwar balafirên hêzên koalîsyonê li hember nuqteyên çeteyan 5 bombardûman pêk anîn. Der barê encamên bombardûmanê de hê agahiyên zelal nehatine bidestxistin. 


 ŞENGAL