Li gorî agahiyan di şerê ji şevê din heya saet 08.00’ê serê sibehê dewam kir de, 30 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 22 termên çeteyan jî ketine destê hêzên YBŞ û YPJ Şengalê.
Her wiha hat ragihand ku gelek çeken aîdê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên YBŞ û YPJ Şengalê ve hatin desteserkirin. 7 Kalaşnîkof, 2 çekên M-16 û yek çeka B-7 roket avêj ketin destê şervanên YBŞ û YPJ Şengalê.
‘Hêzên hevpeyman destekê nadin’
Her wiha nûçegihanê me ragihand ku operasyona hêzên YBŞ û YPJ Şengal li dijî çeteyên DAIŞ’ê dane destpêkirin, hêzên hevpeyman bi ti şêwey destek nadin û li rexmê vê hêzên YBŞ û YPJ Şengalê ber bi pêşde diçin.
ROJNEWS/ŞENGAL