Li navçeyên Pîran, Erxenî yên Amedê tîmên taybet bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de tevî Cîgirê Şaredarê Erxeniyê Murat Yergîn 8 kes hatin binçavkirin. Li navçeyên Wêranşar, Kanîreş û Îdire jî 22 kes hatin binçavkirin.

Li Pîran û Erxanî 8 kes

Li Amedê; yekîneyên polîsên tîmên taybet li navçayên Pîran û Erxeniyê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan ên li navçeya Pîranê de endamên BDP'ê Sidik Kalkan, Îdrîs Ogut û Omer Akdag binçavkirin.
Li navçeya Erxeniyê jî tîmên taybet bi ser gelek malan de girt û Cîgirê Şaredarê Erxeniyê Murat Yergin û rêveberên BDP'ê Mehmet Duman, Ferman Yildiz, Ferat Çakmak, Baver Çakmak hatin binçavkirin. 8 kesên li Pîran û Erxeniyê hatin binçavkirin birin Midûriyetên polîsan ên navçeyan.

Li Weranşarê 5 kes binçavkirin

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de kesên bi navê Mehmet Tamamboga, Lokman Ozgezer, Reşît Goren, Hasîp Tatli û Serdar Kirmizigul hatin binçavkirin û wan birin Midûriyeta Polîsan a Wêranşarê. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.

Bi 4 helîkopteran bi ser gund de girtin
Li gundê Alpîranê yê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê jî polîs, tîmên taybet û leşkeran bi piştgiriya 4 helîkopteran bi ser gund de girtin. Leşker û polîsan di serdegirtina malan de kesên bi navê Serkan Tîryakî, Onder Tiryakî, Zafer Demîr, Eşref Azak û Faruk Kaplan hatin binçavkirin. Rêveberê BDP'ê Yavuz Tiryaki, anî ziman ku wan sedema operasyonê pirsiyayê, lê bersîva 'Em li ser gilî hatine' dane wan.

Serokê BDP yê Îdirê jî hate binçavkirin
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Îdirê jî li Îdirê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de Serokê BDP'a Îdirê Salih Tikiz, Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî Behçet Ateş, rêveberê BDP'ê Îsa Yildirim, Mehmet Rahim Tekgor, Ekrem Ukçu, Îbrahim Kaya û 6 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. 12 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyata Polîsan a Îdirê. 

NAVENDA NÛÇEYAN