Guleya yekemîn beriya 30 salan hat teqandin, 30’yemin salvegera destpeka şerên çekdarî yê PKK’ê yê ku wekî Cejna Wejinê te binavkirin li Qadên Parastina Medya, ji aliye gerillayan ve bi pîrozbahiyeke biheybet hate pîrozkirin. Di navê de endamê birêveber ê Komîteya PKK’ê Duran Kalkan, Fermandarê Bîryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan, Endamên Bîryargeha Navendî ya Parastina Gel Delal Amed, Baver Dersîm, Çiçek Botan, Ali Kiçî û Endama Fermandariyên Akademiya Apollon Azê Malazgirt jî di nav de, bi sedan endamên HPG û YJA STAR’ê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di destpeka merasîmê de pêşandaneke eskerî li meydaneke fireh hate lidarxistin. Piştî meşa bi ala, 600 gerîla li cihê merasîmê amade bûn. Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehidên şoreşê destpê kir û 21 gule hatin berdan.
Li merasîma eskerî de Fermandarê Bîryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan axifî. Karayilan nirxandinên giring kirin û got, “berî her tiştî li vir em bi navê HPG’ê vê dixwazin bibêjin, ey çeteya navneteweyî! Ey DAÎŞ! Zanibe ku ev gel ne bê xwedî ye. Ger tu wan êrişên xwe dewam bikî, tiştên ku me hîna nexistinê dewrê hene, em ê wana bixin dewrê. Hûn ê poşman bibin. Dest ji wan êrişên xwe berdin. Bes e ev hovîtî. Wan hovîtiyan nekin.”
Karayilan di destpêka axaftina xwe de Cejna Wejinê li gerîlayan hemûyan pîroz kir û avakerê vê rojê Fermandarê Arteşa Rizgariya Gelê Kurd (ARGK) Mahsûm Korkmaz “Egîd” bi bîr anî. Karayilan ji gerîlayan re weha peyivî; “15´ê Tebaxê roja pengava mezin e. Roja pêngava mirovatiyê ye. Roja li hemberî koledarî û dagirkeriyê destpêka serî hildanê ye. Beriya bi 30 salan, li hembêrî sîyaseta qirkirinê, li hemberî sîyaseta pişaftin û tinekirinê pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd yê li ber tinebûyînê, kir hebûn û ev roj kir roja cejnê. Cejna Wejînê. Yê ku di amadekirina ve rojê de bi ked, bi fikir û ramanan herî zede keda Rêber Apo ye. “

Pêşengê çareseriya demokratîk

“Bi rastî 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. 15’ê Tebaxê ne bi tenê destpêka şerê çekdarî ye. Fikr û felsefeyek e, ruhekî temsîl dike. Destpêkekê mezin e. Li Kurdistanê li hemberî hovitiyê derketina mirovahiyê ye. Ev gava mezin gelê kurd kire hebûn. Di heman demê de bi fikr û ramana Rêber Apo li Kurdistanê ronahî çekir. Civakeke nû ava kir. Li kêleka şoreşa fikrî, şoreşa civakî bi pêş xist. Li ser esasê azadiya jinê, fikr û ramanên azadî û wekheviyê ji civakê re kir mal. Bi vî awayî civakekî ku li xwe xwedî derdikeve, li azadiyê xwedî derdikeve, civakeke têdikoşe  hat avakirin. Îro li Rojhilata Navîn sekna civaka Kurd, gelê Kurd û sekna têkoşina azadiya Kurdistanê ronahiyê çêdike. Bi fikr û ramana neteweya demokratîk îro perspektîfên çaraseriyê ji bo heremê peşkêş dike. Ji wan rojan me xwe gihand qonaxa çaresêriya demokratîk. Em niha 30’yemin salvegera 15’ê Tebaxê peşwazî dikin. Di hundirê van 30 salan de her tişta ku li Kurdistanê qewimî di bin bandora ruh û ramana 15’ê Tebaxê de pêk hatiye. Vê rojê em ji ber tinebûnê anîn qonaxa çareseriyê.”

Pêvajoya çareseriyê

Karayilan got ya rastî pêngava 15´ê Tebaxê di nehsaliya xwe de gihişt encamekê û weha dewam kir, "mimkin bû ku çaresêri bi peş biketa. Hîna sala 1993’yan serdema çareseriyê kete rojevê. Lê dewleta Tirkiyeyê gavên çareseriyê neavêtin. Niha jî çareserî di rojevê de ye. Dibe ku gavê bavêjê. Wekî tê zanîn, qanûnek hat derxistin. Di demeke nêz de dibe ku heyetên pewîst, heyetên mizakereyê, heyetên şopandinê, heyetên çareseriyê bên avakirin. Teqwîma çareseriyê bê zelalkirin û dibe ku êdî mizakere destpê bike."

Hincetên dewletê neman

Karayilan bal kişand ser rewşa Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; “wekî serokê heyeta mizakereyê ya kurd Rêber Apo dibe ji vê û şûnde karibe tevbigere. Ji şert û mercên Zindana Îmraliyê derkeve. Ger, dewleta Tirk bi me re dixwaze bijî, divê bi lezgînî wan gavan biavêje. Di demeke nêz de, di rojên peş me de ger ji bo dewama pevajoyê Rêber Apo daxûyaniyeke nû nede, bi esasî ev pêvajo diqede. Çima? Ji ber ku êdî ti hincêta dewleta Tirkiyê di destê wê de nemaye. Berê digotin, ‘hilbijartin heye’ lê hilbijartin jî qediya. Ger çareseriyê dixwazin, divê gavê biavêjin. Eger gavê neavêjin, wê çaxê her kes wê bi rêya xwe de biçe. Em ê wekî tevgera azadiyê ji bo çareseriyê çi pewîst e di pêkanîna wê de amade ne. Lê dibe ku dewleta Tirkiyê dev ji siyaseta tinekirin û qirkirinê berde, heqîqeta gêle Kurd, xwe birêvebirina gêle Kurd nas bike.”

Dixwazin Êzîdxanê bikin zindan

Fermandarê Navenda Parastina Gel Murat Karayilan îşaret bi êrîşên li dijî Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê kir û weha peyivî: "bi taybetî jî niha li ser Rojava û Başûrê Kurdistan êrîş hene. Li Rojavayê Kurdistanê li hember êrişa çeteyên DAÎŞ’ê berxwedana YPG’ê em silav dikin. Wê berxwedanê pîroz dikin. Lê me dît ku çeteyên DAÎŞ’ê di çarçoveya konsepteke berfireh a navneteweyî de ne bi tenê li ser Rojavayê Kurdistanê di heman demê de li dijî Başûrê Kurdistanê jî êrişên xwe bi pêş xistin. Bi taybetî ji diduyê Tebaxê û vir ve li ser Şengalê komkûjî hene. Gelê me yê Êzîdî li wir tê qetilkirin. Dixwazin Êzîdxanê ji bo gelê Kurd, gelê Êzîdî bikin zindan.”
Karayilan çeteyên DAÎŞ´ê hişyar kirin û weha dirêjî da axaftina xwe; “berî her tiştî em bi navê HPG’ê vê dixwazin bibêjin; ey çeteya navneteweyî! Ey DAÎŞ! zanibe ku ev gel ne bê xwedî ye. Ger tu van êrişên xwe dewam bikî, tiştên ku me hîna nexistine dewrê hene, em ê wan bixin dewrê. Hûn ê poşman bibin. Dest ji wan êrişên xwe berdin. Bes e ev hovîtî. Van hovîtiyan nekin. Heta niha serdestên we BAAS li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê komkujî dikirin. Niha jî hûn careke din van komkujiyan dimeşînin. Di ti fêlsêfeyê de cihê van komkujiyan nîne. Di ola Îslamîyetê de qet û qet cihe vê tine ye.”

Çi pêwîst be em ê bikin

Karayilan xwest ti kes fikaran neke û weha peyivî “êdî Hezên Parastina Kurdistanê hene. Ev hêz ji bo parastina tevahiya Kurdistanê dikare bi rola pewîst rabe û raibe jî. Niha li Şengalê li Maxmûrê, li Kerkûkê Hezên Parastina Kurdistanê ji bo tevahiya êrişên neyaran bişkîne li ser kar e. Bi taybetî ji bo parastina tevahiya destkeftiyên kurd îro xetereyekê mezin li ser Kerkûkê heye. Ji bo parastina Kerkûkê, deverên din û rizgarkirina Şengalê Hezên Parastina Kurdistanê performansa pewîst raber dikin. Fedayiyên Apocî li Kurdistanê êdî rê nadin ku ti kes dagirkeriyê û zilmê bimeşine. Ji bo vê yeke hîn di roja yekemîn de fedayiyên Kurdistanê, fedayiyên Apocî li ser Şengalê helbet midaxele kirin û rê li peşiya van êrîşan girtin. Ew ê Şengalê rizgar bikin. Divê herkes bi vê heqîqetê zanibe. Îro êdî Hezên Parastina Kurdistanê hene. Ev hêz dikare tevahiya Kurdistanê biparezê.”

Tevlî Hêzên Parastinê bibin

Karayilan bang li hezên berxwedêr kir da ku tevlî nav refên Hezên Parastina Kurdistanê bibin û got; “hemû hezên din en berxwedêr, ji peşmergeyan heya welatparêzan divê herkes beşdarî vê bibe. Li hemberî zilm û êrişên dagirkeriyê hemûyan li ber xwe bide. Ji bo vê yekê em ji her awayê tifaq û fermandariya hevbeş re weke tevger amade ne. Ji ber ku em dixwazin dijminê xwe ji welatê xwe biqewitînin û welat azad bikin.”

Hezên me zilmê berteref dikin

Karayilan li ser girîngiya Hêzên parastinê jî peyivî û got, "Di van rojan de ji her demê bêhtir pêwîstiya gelê me bi hezên parastinê heye. Divê hezên parastinê xwe xurttir bikin. Ji bona vê yekê, weke tevger em bang li keç û xortên kurd dikin da ku werin cihê xwe di nav hêzên parastinê de bigrin. Bi serbilindî welatê xwe biparêzin. Werin nav refên azadiya gerîlayên Kurdistanê.”

Sala azadiya Rêber Apo

Karayilan ji bo sala 31´ê jî xweşbîniya xwe wiha îfade kir "weke tevger em ê sala 31’ê bikin sala çareserî û azadiyê. Çi bi rê û rebazên demokratîk, çi jî bi rê û rêbazên berxwedanê. Her ev sal wê bibe sala serkeftinê. Bibe sala avakirina xweseriya demokratîk, sala meşa azadiyê, azadiya Kurdistan û azadiya Rêber Apo. Îro gerilayên azadiya Kurdistanê 31’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi rihê vê rojê ji her demê xurttir dikarin bimeşînin. Biryara wê ye ku Kurdistana Azad, yekbûyî, demokratîk ava bike.”
Piştî axaftinan pîrozbahî bi koro, skeç, şano, govend û stranên gerîlayan devam kir. 

ANF/BEHDÎNAN




Pêngava avakirina ruhê şoreşê

Gerilayên jin têkildarî 30. salvegera pêngava 15’ê Tebaxê hest û nerînên xwe parve kirin  
Arjîn Riha: Pêngava 15’ê Tebaxê li ser bingeh û nirxên pir giran bihade hate avetin. Çavkaniya xwe berxwedanîya 14’e Tîrmehê digre. Di Rojhilata Navîn de û bi giştî di Kurdistanê de navê despêkirinek û derketinek nû ye. Pêngava 15’ê Tebaxê di bin pêşengtiya rêheval Egîd de pêşketiye. Mirov pir rehet dikare bi bêje ku bi vê pêngavê re çarenûsa gelê Kurd hate guhertin. Ev pêngav di heman demê de bersivdayîna tekoşîn û berxwedaniya rêhevalên me yên şehîd bûn. Bi guleya 15’ê Tebaxê re ruhê şoreşê ya ku rêhevalên me yên pakrawan jiyan dikirin misoger bû. Ruxmê ku ewqasî derfet denge jî lê pêngavek ewqasî serkeftî tê avetin. Ji xwe PKK e tevgerek wisane, ji tune bûyînê hebûn di afirîne. Li hember dagirkerên ku gelê Kurd û erdnîqariya gelê Kurd dagirdikirin bersivek bû. Bersiva hêz û baweriya artêş bûyîna tevgera azadîyê ji tevahî cîhanê re dayîna diyar kirin bû. Ev pêngav da diyar kirin ku gelê Kurd û Kurdistan ne bêxwediye. Êrîşên ku neyar li ser gelê Kurd bide meşandin jî wê bê bersiv ne mîne. Baweriyê me xurt û bi hêze ne DAÎŞ tu hêz nikare me. Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz be.”
Baharîn Amara:  Pêngava 15’ê Tebax’ê pirsgirêka gelê Kurd li neyar da pejirandin. Ev dîroka gelê Kurd de pêngavek pir giring bû. Ji ber ku di dîroka gelê Kurd de cara yêkemîn bû ku gava artêş bûyînekê bi tevger hat pêşxistin. Di roja me ya îro de encamên van pêngavên dîrokî pir zêlal tên dîtin. Her çara perçeyê Kurdistanê de gavên tên avetin hemû berhem û berxwedaniya pêngava 15’ê Tebaxê ye. Em demên pir xeternak re derbas dibin.  Lê bawerî û hêviyê me pir xurte. Em ji herdeman zêdetir jî bi hêzin. Em şagirtên Rêber Apo û rêheval Egid in.
Rojda Welat: Serokatî her tim kete dinava ked û hewildanan de da ku nirxekî pir mezin ji bo ew gelê ku her tim berxwe dide bi de afirandin. 15’ê Tebaxê jî pir bi şînber di pêşengtiya rêheval Egîd de misoger kirina vê kedê ye. Ev pêngav ji bo me hem di qada leşkerî de hem jî di qada civakî de xetek e. Ev xet xeta berxwedanî, ruhê Apocîtiyê ye. Em gelê Kurd ji çandekî berxwedanî û bi vîn tên. Niha êdî dem dema misoger kirina şoreşê ye. Li ser vê bingehî em ji weke milîtanên Rêber Apo soza pêkanîna şoreşê didin. Me xwe fedayê birdozî û felsefeya Rêber Apo kiriye. Cardin en pêngav ji bo me feraseta jiyanê dide diyar kirin. Em jî di bêjin, ji bo jiyanek bi rûmet û azad ji her deman zêdetir emê tekoşîn û berxwedaniya xwe bilin bikin. Heya ku em armanca xwe misoger nekin emê di her qadên jiyanê de û li hember hemû hêzên dagirker û navnetewî bi ruhê Apocîtî li berxwe bidin. Em tevahî gelên xwe yên li her çar perçeyê Kurdistanê de jiyan dikin û bi taybet jî jin û ciwanên Kurd re di bêjin, dem dema xwedî rûmet û azadiya xwe derketine.