Pîştî daxuyaniyên Erdogan û rayedaran pêla girtin û binçavkirinan jî zêde bûn. Di nava meha dawî de ji 300’ê zêdetir kes hatin binçavkirin û 148 kes jî hatin girtin.
Di pêla binçavkirinan de herî zêde Stenbolê nesîbê xwe girt û li di nava meha dawî de 67 kes hatin binçavkirin û ji wan 43 kes hatin girtin. Di nava kesên ku rêveberên BDP’ê û parazvanên mafên mirovan jî hene de 5 jî zarok hene. Polîsan êrîşî daxuyaniya ku dihat xwestin li Qada Taksîmê ji aliyê Konseya Bajar ve bê kirin, kiribûn û li vir bi dehan kes hatibûn binçavkirin. Di 1’ê Îlonê de jî polîsan êrîşî mîtînga li Kadikoyê kiribûn û li vir jî 55 kes hatibûn binçavkirin, ji wan jî 38 kes hatibûn binçavkirin. Li navçeya Sultanbeyliyê di encama serdegirtinên malan de 12 kes hatibûn binçavkirin û 3 jê zarok 5 kes hatibûn girtin. Li aliyê din polîsan êrîşî hemû çalakiyên demokratîk ên ku ji aliyê BDP’ê ve hatin lidarxistin kirin. Herî dawî jî „nimêja înê“ hate qedexekirin.
Edene û Mêrsînê jî ji pêla binçavkirin û girtinan nesîbê xwe girt. Li Edeneyê di encama serdegirtinên malan de rêveberên BDP’ê jî di nav de bi tevahî 42 kes hatin binçavkirin û ji wan 15 kes hatin girtin. Li Mêrsînê jî bi tevahî 37 kes hatin binçavkirin û 28 kes hatin girtin. 
Li Wan, Colemêrg, Mûş, Mêrdîn, Şirnex, Amed û Sêrtê di operasyonên li dijî Kurdan de endamên Egîtîm Sen û rêveerên BDP’ê jî di nav de 133 kes hatin binçavkirin ji wan 62 kes hatin girtin. Herî dawî li Şirnex û Cizîrê di encama serdegirtinan de 35 kes hatin binçavkirin. Kesên ku bi fbiryara 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hatin binçavkirin hê jî di bin çavan de ne.


ÇAGDAŞ KAPLAN - DÎHA/STENBOL