
Tîmên Taybet ên QSD’ê doh danê sibehî 10 zarokên birîndar jî di nav de, nêzî 300 sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê ew di bajêr de girtibûn, rizgar kirin.
Cenga Mezin dewam dike û ji ber ku DAIŞ sivîlan dîl digire yan jî weke mertal bi kar tîne jî bi zehmetî bi pêş ve diçe. QSD´ê tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ji bo vî karî wezîfedar kirine. Heta niha bi hezaran sivîl ji taxên Reqayê bi destê van tîmên taybet ve hatine rizgarkirin.
Herî dawî jî doh danê sibehê, şervanan li derdora 300 sivîlî ku ji navenda bajêr ber bi taxa Nezlet Şihade ya li başûrê bajêr ve dihatin, rizgar kirin.
Di nava sivîlên rizgarkirî de 10 zarokên birîndar jî hene.