Keça şairê Kurmanciyê yê navdar Cegerxwînî, Suad Cegerxwîn got, hîna 31 reşnivîsên bavê wê hene ku nehatine weşandin.

Li gorî nûçeya Kurdistan 24´ê ya bi reporta Dilovan Çeto, Suad cegerxwîn bi navê xwe yê din Bonya Cegerxwîn çûye serdana Rojava û gora bavê xwe. Suad a ku weke bavê xwe şair, gotiye, bêhtirî 30 reşnivîsên “Seyda” hene û wê di demeke ne dûr de bêne çapkirin.

Suad Cegerxwîn a li Swêdê dijî, tevî hevserê xwe çûye serdana Rojavayê Kurdistanê. Di dema serdana gora bavê wê de, hin nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên Cegerxwîn jî refaqetî wê kirin. Di nava wan de şêwekarekî wêneyekî “Seyda” jî li gorî nûçeyê daye keça Cegerxwînî, Suadê. Suad Cegerxwîn hêvîdar e ku di paşerojê de komeleyeke taybet bi navê Cegerxwîn bête damezirandin.

Di dawiya nûçeyê de ev agahî tên dayîn, “Keça Cegerxwîn ku wê jî rêça bavê xwe girtiye û ta niha du berhemên wê yên çapkirî hene û sê berhemên din jî di bin capê de ne, mizgîniyê dide gelê Kurd ku nêzî 31 berhemên Seyda yên ne çapkirî hene û di nêzîktirîn dem de wê ronahiyê bibînin û bêne çapkirin.”

n NAVENDA NÛÇEYAN