Pêngava Rizgarkirina Reqayê kete roja 68`an, di encama şerê pêr de, 32 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û yek jê  bombebarkirî du maşîne hatin rûxandin.

Li eniya rojhilat a Reqayê li taxa kevin di encama şerê pêr de, 13 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Her wiha di heman  taxê de jî, maşîneyeke leşkerî hat rûxandin.

Li eniya başûr a Reqayê jî li taxa  Hîşam Ebdulmelik, şerekî demkurt qewimî. Li vir jî 6 çete hatin kuştin û maşîneyeke bombebarkirî hate rûxandin.

Her wiha li aliyê  başûr ê taxa Nezlit Şehadê yê Reqayê, di encama şerê di navbera şervanên QSD´ê û çeteyên DAIŞ`ê de, 5 çete hatin kuştin.

Li taxa Berîd a aliyê bakûr-rojava yê Reqayê jî, di encama şerê ku şeva din rû da de, 8 çete hatin kuştin.  Li aliyê din koalîsyona navneteweyî da zanîn ku li bakurê Reqayê li ber çemê Firatê hêzên QSD´ê yên ji rojava û rojhilatê bajêr şerê DAIŞ´ê dikirin gihiştine hev û bi vê jî DAIŞ ji berê jî pesîrtengtir bûye li nava Reqayê.


 REQA