32 fermandarên nû
Akademiya Şehîd Koçerîn a ser bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewreya perwerdeya fermandaran bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê 50 rojan bi beşdariya 32 şervanan dewam kir.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cemal Ebû Cûma û her wiha hejmarek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê beşdarî merasîma bidawîkirina dewreya perwerdeyê bûn.
Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Mihemed Ebû Adil axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir û got, pêwîst e şervan erka xwe li hemberî ax û welatê xwe pêk bînin û cihê xwe di eniyên şer de bigirin. ANHA/MINBIC