Di 12’ê mehê de dê ji bo Bereh panelek bê lidarxistin û nivîskar û helbestvan Kawa Nemir, Jana Seyda, Marîn Rehmanî, dilawer Zeraq û Lal Laleş edebiyata Bereh binirxînin. Bereh jî dê di panelê de qala nivîskariya xwe bike û pirsên guhdaran bibersivîne.

32 salên nivîskariyê 
Berpirsyarê Weşanên Lîsê Lal Laleş, ji AKnews’ê re diyar kir ku heta niha nivîskariya helbestvanekî kurd ku hêj li heyatê ye nehatiye pîrozkirin û ew dixwazin bi van çalakiyên xwe qedr û qîmeteke mezin bidin nivîskarên kurd. Laleş, helbestvan Berken Bereh weke “Stêrka geş a helbesta kurdî” bi nav kir û wiha axivî: “Em dixwazin 32 saliya şaîrekî kurd ku xwediyê şeş dîwanên girîng in, di pêşangeheke evqas girîng û navdar de, pîroz bikin û qîmetek bidin wî. Ji ber ku Berken Bereh di şiîra kurdî de stêrkeke herî geş e.”
Bernameyeke din jî dê bi navê “Kelamên Wenda yên Mezopotamyayê” bê lidarxistin. Ev bername jî dê li ser kultura ermenî, sûryanî û kurdan û têkiliyên wan ên bi hev re be. Bername di 19’ê mehê de tê lidarxistin. Migirdîç Margosyan, Şêxmûs Dîken, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Sîdar Jîr û Gabriel Akyüz dê di vê bernameyê de, têkiliya ziman û neteweyên din ên li Kurdistanê jiyane û dijîn, biaxivin. 

Ji Lîsê 14 pirtûkên nû 

Weşanxaneya Lîsê bi 14 berhemên nû dê di 12’ê mehê de li Stenbolê beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a TUYAP’ê bibe. Di nava pirtûkên nû de, ji qelema kurdên Başûr, Bakur û Rojavayê welêt jî berhem hene.Li Stenbolê di navbera 12-20’ê sermawezê de, Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a TUYAP’ê dê bê lidarxistin.
Weşanxaneya Lîsê dê bi 14 berheman tevli pêşangehê bibe. Hemû nivîsên Osman Sebrî ku di kovarên Hawar, Ronahî de hatine weşandin û hemû destnivîsên wî yên ku qet nehatine çapkirin, bi amadekariya Hoşeng Sebrî û A. Balî bi navê “Hevalê Çak”, ji Weşanên Lîs çap bûn û dê di pêşangehê de derkevin bazarê.

Berhema çîrokê ya Helîm Yûsiv ku li ser xerîbî û biyanîbûnê nivîsandiye jî bi navê “Auslan Beg” hate çapkirin û dê di pêşangehê de bigihije ber destê xwîneran. Berhema nivîskar Menaf Osman a bi navê “Şînok” jî dê bê nîşandan. Berhema nivîskarê kurd Rizoyê Osê ku ji Rojavayê welêt e û jiyana xwe ji dest daye jî bi navê “Civîna Pêlavan” çap bû û dê bigihije xwîneran. Yek ji pirtûka ku digihije pêşangehê jî berhema Xelîl Duhokî ya bi navê “Hejarno” ye.


Berken Bereh kî ye?
Di sala 1954’an de li bajarê Şirnexê hate dinê. Di sala 1978’an de dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî kir. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li bakur) hate belavkirin. Heta niha gelek helbest û nivîsarên wî, di gelek kovar û rojnameyên kurdî yên bi navê Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî de belav bûne.
Di sala 1999’an de bi navê “Kulîna Kulîlkan” kovareke internetî amade kir. Ev kovar çar hejmar derket. Ev xebat yekemîn kovara internetî li Bakur bû. Pirtûkek helbestan bi navê “Êş” di sala 2001’ê, “Şagirtên Evînê” di 2003’an de ji Weşanên Sî û “Pandomîm” jî di 2006’an de ji Weşanên Belkî û “Şîna Helbestê” di 2008’an de ji weşanên Dozê çap bûn. Herî dawî hemû berhemên Bereh îsal bi navê “Dilê Min Palgeh e Ji Işqê re” ji Weşanên Lîsê der çû.