Di merasîmê de Zerdeşt Rêbîn axivî û wiha got; “Bi beşdarbûna her ciwanekî Êzidî re diyar dibe ku hêza me qat bi qat mezin dibe.”
Zerdeşt Rêbîn herî dawî wiha anî ziman; “Wê hemû şervanên YBŞ û YJŞ’ê beşdarî pêngava rizgarkirina tevahiya Şengalê bibin. Hêvî dikim ku wê her hevalekî me yên mezûn bûne di pêngava pêşerojê de rolekî aktîv bigrin. Li ser vî bingehî serkeftinê ji her hevalekî di Dewreya Şehîd Şoreşger de mezûn bûne re dixwazin.”
Piştî merasîma leşkerî ya 33 şervanên nû, şervanan bi şahî û govendekî bi heybet mezûniyeta xwe pîrozkirin. Piştî pîrozbahiyê şervan bi sloganan ber bi erka wan ve hatin rêkirin.
ŞENGAL