Navendê diyar kir ku di van pevçûnan de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên li herêma Til Temir de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de derbarê pevçûnên 24 saetên dawî de ev agahî hatin dayîn: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Til Temir û hawirdora wê berdewam dikin. Çeteyan ji herêmên cûda yên Iraq, Reqqa, Heleb û Holê hêzên ku piraniya wan wan biyanî ne û çekên giran anîn û di nava tevahî rojê de êrîşên xwe berdewam kirin. Li hemberî êrîşên gundê Menacir û derdora wî ku dikeve rojavayê Til Temir hêzên me berxwedanek mezin nîşan dan û derbeyên giran li çeteyan xistin.
Di nava rojê de çeteyan 4 caran bi tang û çekên giran êrîş kirin, lê hemû êrîşên wan hatin şikandind. Di pevçunên li van qadan de qasî hatiye tespîtkirin 34 endamên çeteyan hatine kuştin. Şevê din jî li Til Temir û derdora wê di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên demkurt hatin jiyankirin.”
HESEKÊ