
Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya şerê deh rojan eşkere kir. Odeyê da zanîn ku di şer de 550 kîlometroyên çarçik ji bejahiya bakurê Reqayê hatine rizgarkirin û 167 çete hatine kuştin.
Odeya Çalakiyan li ser hemleya 5’ê Mijdarê destpêkirî, di civîneke çapemeniyê de bîlançoya şerê 10 rojan eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, 167 çete hatine kuştin, cenazeyên 34´an ketine destê şervanan. Di vê qonaxa yekem a operasyonê de 34 gund û gelek gundik ji çeteyên DAIŞ´ê hatin rizgarkirin.
Civîna çapemeniyê li gundê Hîşê yê Reqayê bi amadebûna Berdevka Odeya Çalakiyan Cihan Şêx Ehmed, Endama Fermandariya Odeya Çalakiyan Rojda Felat, Berdevkê QSD’ê Mîralayî Telal Silo, Endamê Fermandariya QSD’ê Kîno Gabriyêl, Endamê Fermandariya Hêzên Senadîd Bender Deham El-Hadî û Fermandarê hêzên Şoreşgerên Reqayê Feyad El-Xanim, hat lidarxistin. Berdevka odeyê Cîhan Şêx Ehmed daxuyanî xwend.
Qonaxa yekem a hemleyê bi dawî bû
Berdevkê QSD’ê Mîralayî Telal Silo beriyia daxuyaniyê axivî û îşaret bi kêm mana alîkariya navneteweyî kir û got, hêzên xêrnexwaz jî dest bi reşkirina hêzên me kirin.
Di daxuyaniyê de Cîhan Şêx Ehmed got, Hemleya Xezeba Firatê 5’ê Mijdara 2016ʹan ji 2 bereyan dest pê kir, bereya ji Eyn Îsa û ya ji Silûkê di encama şerê 10 rojan de herêmeke bi 550 km2 fireh (firehiya 12 kîlometeryan û dirêjbûn jî 46 Km) rizgar kirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Her wiha hêzên me 34 gund û 31 gundik rizgar kirin. Di wê herêmê de 7 girên stratejîk ketin destê hêzên me. Gundên hatine rizgarkirin ev in: El-Qetah, El-Leqta, Xelef El-Beg, Şêx Deham, Siran, Şêx Hesen, Xinêz Foqanî, Xinêz Westanî, Hayîs, El-Xidir, Corih, Um Sifa, Ebdulhadî, Celîl, El-Heyderiye, Molihyan, Moteqtele, Ketle, El-Ebdela, Qermoh, El-Erac, Tel Doban, El-Îşe, El0Xitwan, , El-Hineyan, Nayîf, El-Wehîd û Hizrayat."
34 cenazeyên DAIŞ´iyan ketin destê hêzên QSD´ê
Cîhan Şêx Ehmed bi bîr xist ku Stasyona elektrîkê û ya avê jî hatine rizgarkirin û wiha dewam kir: "Di şerê van rojan de 167 terorîst hatin kuşin, cenazeyên 34´an ji wan ketin destê hêzên me. Her wiha 4 çete bi saxî ketin destê hêzên me. 12 tirempêlên bombebarkirî yên çeteyan beriya bigihêjin encamên xwe, hatin rûxandin."
Li gorî daxuyaniyê 14 maşînên eskerî, 4 topavêj jî di nmavê de gelek alavên eskerî jî hatine rûxandin û 240 mayinên çeteyan hatine bêbandorkirin.
4 şervan birîndar bûn
Berdevka Odeya Çalakiyan a Hemleya Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed, têkildarî îdîayên dibêjin, sivîl di şer de bûn qurbanî, got, „Hîn ti daneyên ku vê yekê piştrast bikin nînin. Em jî li vê mijarê dikolin û lêpirsîna me hîn jî didome.
Çalakiyên me heya ku Reqa bi temamî ji derve bê qutkirin, wê dewam bikin.
Têkildarî koçberan jî hemû koçberên ku malên xwe ji ber şer berdan, wê vegerin malên xwe, lê vegera wan dê piştî metirsîya çeteyan li ser van deveran, bi dawî bibe, pêk were. Ev yek dê piştî hemû gund ji mayînên çeteyan bêne paqijkirin pêk were."
REQA