Jina bi navê Suhat Rûheyîb yek ji hezaran koçberên ji Reqayê ye, ku ji zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê reviya. Suhat tevî malbata xwe ji Meskenê da rê, 35 rojan li nava çolê meşiya û doh xwe gihand herêmên QSD´ê yên ewle.

Suhatê wiha qala vê rêwîtiya giran kir: “Em ji gelek deveran derbas bûn. Ji çol, newal û gelek herêman. Me newêrîbû bisekinin, ji ber ku DAIŞ’ê gule li me direşandin. Ji ber ve yekê bê rawestan em meşiyan. Piştî ku pêlavên me qetiyan, me êdî bi pîxwasî meşa xwe dewam kir.”


 REQA