Rêxistina BDP'ê ya Sîlopiyê di çarçoveya "Ez mala xwe bi xwişk û birayê xwe yê erdhejê re parve dikim" de 350 malbat di xaniyan de bi cih û war kirin. BDP'ê têkildarî alîkariyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk ani. Der bare xebat û alîkariye de Rêveberê BDP'a Sîlopiyê Kamil Demîrhan, diyar kir ku piştî erdheja li Wan û Erdîşê pêk hat û welatî mexdûr bûn wan Masa Qirîzê vekir û heta niha 17 kamyon alîkarî ji Wanê re şandin. Demîrhan, anî ziman ku wan di çarçoveya kampanyayê de ji bo 350 malbatan avahî temîn kirine û hemû pêdiviyên malbatan ên xwarin, nivîn û firaxan temîn kirine. Demîrhan, anî ziman ku piştî kampanya "Ez mala xwe bi xwişk û birayê xwe yê erdhejê re parve dikim" gelek malbatan ji bo alîkariyê bidin seri li wan dan û piştî vê serlêdanê ji bo 350 malbatan xanî temîn kirin. Demîrhan, da zanîn ku BDP'ê û welatiyan bi alîkarî û hevkariya hev hemû pêdiviyên malan ên 350 xanî temîn kirine û amede kirine. Demîrhan, da zanîn ku dê li gorî derfet û îmhanên xwe alîkariya xwe berdewam bikin û deriyê wan ji her kesî re vekiriye. Demîrhan, destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de eleqe zêde dide û ji bo alîkariyê gelek welatî serî li wan didin. Demîrhan, destnîşan kir ku dê alîkariya xwe berdewam bikin.
DÎHA/ŞIRNEX