Di daxuyaniya fermandariya Giştî ya  YPG'ê de ev tişt hatin gotin:  "Me bi boneya cejna Remezanê agirbesta yekalî îlan kiribû, lê komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusra êrîşên xwe yên li ser heremên Kurdan zêde kirin. Van koman bi armanca ku heremê dagîr bikin li Efrînê eniyeke şer vekirin, di encamê de pêr li herêma Kelha Semanê û gundê Basûfanê piştî ku komên çekdar sê caran êrîş kirin û  şerên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de 27 endamên komên çekdar hatin kuştin û vekîşiyan.

Di daxwiyaniyê hate diyar kirin ku komên çeteyên li herêma Tirbespiyê jî êrîşî gundê Çêlekê kirine û bi berxwena YPG rast hatine. Li vir şerên dijwar rû dan, di encamê de 12 endamên komên çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hate aşkere kirin ku di pevçûnan de 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane

Li Şêrava şerên dijwar

Li gora agahiyên  nûçegiyanên ANHA’ê ji heremên şer bidest xistine li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrava ya Efrînê duh şêva din şerên dijwar rûdane û gelek çeteyên El Nusra hatine kuştin û şervanek Yekineyên Parastina Gel (YPG) jiyana xwe ji dest daye. Ji aliyekî din ve li Kobanê, Tirbesipiyê, Girkêlegê, Serêkaniyê duh şevêdin jî  şer hebûn.
EFRÎN: Li gundê Basûfanê ya giridayî navçeya Şêrava duh şevê din heta saet 22’an şerên dijwar rûdane. Komên çeteyan bi sê aliyan û çekên giran êrîşî gundê Basûfanê kirine, li beramberî berxwedana YPG rast hatine. Li gora agahiyên bidest ketine di şerên şevêdin de gelek çekdarên komên El Nusra/Dewleta Îslam hatine kuştin û 4 cenaze, 4 keleş, yek bîksî, bîsîvingek wan ketine destê YPG’ê. Hat zanîn şervanek YPG’ê di heman şerî de jiyana xwe ji dest daye. Komên çete piştî berxwedaniya YPG’ê naçer mane paş vekişên. Li ser heremê hêj êrîşên bi hewana didome.
TIRBESIPIYÊ : Hat hîn bûn li gundê Çêlekê, Mazlûma, Taya duh şevê din şerên demî rû dane. Li gora çavkaniyên heremî mezrakî dinavbera Mazlûma, Çêlekê ji aliyê komên El Nusra hatiye talan kirin û pişt re şewitandine.
KOBANÊ: Li agahiyên hat bidest xistin li derdora gundê Dugûrmanê şerê demî rû dane. Pêr jî li heremê pîştî nîvro şerên dijwar hebûn û çekdarek El Nusra hatibû kuştin û yek jî birîndar bibû.
SERÊKANIYÊ: Nûçegiyanê ANHA ragiyand ku li Serêkaniyê şevêdin komên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra li derdorê navçeya Til Xelef  êrîşî bendên kontrole YPG kirine û şerên demî rûdane. Hate zanîn bi hawanek li taxa Zerdeşt ketiye û ziyana madî çêbiye.
GIRKÊLEGÊ: Hat ragiyandin li derdorî gundê Girhok, Yûsifiyê, benda kontrolê ya Tahûnê şerên demî rûdane. Lê derbarê encamên şer agahiyên zelal nehatine bidest xistin. 

ANF/QAMIŞLO