Necah Hesen: Behreya stranan, hêzê dide ruhê mirov, nexasim dema ku mirov bi tena serê xwe be, dikare hîs û zehmetiyên xwe vebêje, di vir de behreya mirov mezintir dibe.
ISAM EBDULLAH / NEJBÎR OSMAN / ANHA / QAMIŞLO
Jina bi navê Necah Hesen bi behreya xwe ya ji dayika xwe girtî, ev 39 sal in ku stranên folklorîk distrê. Necah got divê dayik û bav zarokên xwe fêrî stranên gelêrî bikin da ku bêhtir bi nasname û çanda xwe ve bên girêdan.
Necah Hesen ji gundê Girê Şîra yê herêma Koçerata yê ser bi Qamişlo ya herêma Cizîrê ye. Necah ji zarokatiya xwe ve ji dayika xwe fêrî stranên gêlêrî bûye. Tişta ku behreya wê zêde dike, xwezaya li derdorê wê ye. Necah bi stranên xwe têkiliya jin û xwezayê vedibêje.
Necah Hesen di malbatekê de mezin bûye ku folklor û çanda Kurdî lê zindî bûye. Bi taybet gundê Girê Şîra ku bi stranbêjan tê naskirin, heta roja me ya îro jî nifşên wan vê çandê diparêzin. Dayik û xaltîka Necah, di şahiyan de stran digotin, bi taybet di dema çandiniyê de lorîk digotin.
Şoreşê rê li ber xweş kir
Piştî ku Necah hîs kir ew dikare vê behreyê bi pêş bixe, hewl dide di cihên giştî de bistrê. Bi vê yekê meşa wê ya huner dest pê kir. Di salên 1980`yî de dest bi huner kir û gelek stranên gelêrî di nav komên muzîkê de, bi taybetî di cejnên Newrozê de gotin.
Necah Hesen di Koma Koçeratan de kar dike, bi taybet piştî ku şoreşa Rojava hişt ku pêdiviyên pêwîst peyde bike û vê behreyê bixe xizmeta şoreşê û avakirina nifşên nû. Necah beşdarî gelek festîvalên li herêma Cizîrê bû. Necah di serî de xwest bi her awayî parastina çanda gelêrî ya Koçeretan bike.
Her stran çîrokek yan jî dîrokek e
Necah Hesen wiha behsa hunerê xwe dike: "Behreya stranan, hêzê dide ruhê mirov, nexasim dema ku mirov bi tena serê xwe be, dikare hîs û zehmetiyên xwe vebêje, di vir de behreya mirov mezintir dibe.
Her stranek. çîroka wê jî heye, ti stranên bê çîrok tine ne, çîrok behsa bûyerekê, eşqê, bûyereke dîrokî yan jî koçberiya di demên aloziyê de dike. Gelek bûyeran bi rêya stranan deng veda."
Şoreşê bendên li pêşiya jinê şikandin
Necah destnîşan kir ku folklor her dem zindî ye, tevî wê yekê, gelek jinên stranbêj ji ber hişmendiya mêran rastî rexneyan tên. Necah got, ev hişmendî qebûl nake ku jin li ser dikê stranan bibêjin û wiha pê de çû: “Tevî hemû zehmetiyan jinan ev li pey xwe hişt û di meşa xwe ya hunerî de meşiyan, ev yek bi saya keda jinên şoreşger ên di Şoreşa Rojava de pêk hat.”
Necah wekî din gazin ji wê yekê kir ku nifşê nû, li stranên gelêrî guhdarî nake, ji ber wê jî mane û nirxên stranên gelêrî yên mîna lorîk, payîzok jî heta astekê êdî ji holê rabûne.
Necah teqez kir ku gelek kesên temenmezin û navsere stranên kevn jiber kirine û nas dikin, ji ber vê yekê, divê ew wan stranan tomar bikin û nifşên nû jî perwerde bikin da ku ev çand û hunerê gelêrî bê parastin û tine nebe. Necah bang li dayikan û nexasim jî yên herêma Koçeratan kir ku zarokên xwe fêrî stranên gelêrî bikin da ku bêhtir bi nasname û çanda xwe ve bên girêdan.